Fermandarekî QSD: Hewldanên têkbirina pêngavê bi ser neketin

Ji fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed derbarê rizgarkirina gundên Tirêfawî û Ebdulal diyar kir ku çeteyên DAIŞ mayînên leyzer li malên sivîlan danîne da ku pêşveçûnên şervanan û derketina sivîlan ji deverên şer asteng bikin.

Fermandarekî QSD: Hewldanên têkbirina pêngavê bi ser neketin
Fermandarekî QSD: Hewldanên têkbirina pêngavê bi ser neketin
12 hezîran, 2018   05:09

EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / HESEKÊ

Qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya başûrê Hesekê û bajaroka Dişîşa ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin di roja 8‘emîn de didome. Şervanan duh gundê Tirêfawî û Ebdulal ên dikevin rojhilatê navçeya Şedadê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Di encamên pêşdeçûnên şervanan de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajaroka Dişîşa ve reviyan.

Têkildarî pêşveçûnên şervanan, ji fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed ku li ser pêngavê disekine ev agahî da, "Piştî şerekî giran me çeteyên DAIŞ‘ê ji van gundan şikandin, moralê şervanan pir bilind e û pêşveçûnên me berdewam e."

Ehmed El-Mihemed, her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ji bo astengkirina pêngavê çekên giran bi kar anîn û wiha domand, "Rexmî çêkên wan ên giran em pêşde çûn û me sivîl ji zulm û hovîtiya wan rizgar kirin."

Fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi mebesta ku derketina sivîlan ji deverên şer asteng bike mayînên leyzer li malan danîne û got ku şênî deverên mayînkirî nîşanî şervanan dikin.

Fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed got ku, "Berdêl çi be jî, pêngava me berdewam e ta hemû deverên çete lê hebin werin rizgarkirin."

Mayînên leyzer; ji du mayîna ku li beramberî hev têne dayîn pêk têm, dema madeyek nêzî wê dibe diteqe û asta teqandina wê xurt e.

(bb)

ANHA