ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.06.2018
12 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Dr.Azad Sebirî da xuyakirin ku derfetên wan ên dermankirinê pir kêm e û banga şandina alîkariyan li rêxistinên mirovî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên eşîrên ereban ên navçeya Şedadê diyar kirin ku ew ê hata dawiyê destkdayîna hemleya Bagera Cizîrê bikin û gotin ke ew tu carê derfet nadin ku tu kes ji derve destdirêjiya axa wan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Mihemed derbarê rizgarkirina gundên Tirêfawî û Ebdulal diyar kir ku çeteyên DAIŞ mayînên leyzer li malên sivîlan danîne da ku pêşveçûnên şervanan û derketina sivîlan ji deverên şer asteng bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmendarên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku têkbirina îradeya gelan armanca yekemîn a dagirkirina Tirkiyê li Efrînê ye û destenîşan kirin ku dîroka Tirkiyê bi lîstok û komployan tijî û dagirtî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Cejin nêz dibe û şêniyên Xeza ji ber rewşa aborî ya lewaz, çembera 12 salan didome û şerê li hemberî hêzên Israîl tê kirin, ew neçar mane dev ji hinek kevneşopiyên xwe yên pêşwazîkirina cejnê berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Dewleta Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya li ser Efrînê êrîşî jin kir, jinên Efrînê jî li ber xwe didin û li herêma Şehba di nava şert û mercên koçberiyê de xwe birêxistin kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê malbat hene xwe li ser firotina nanê hişk debara jiyana xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Hiqûqnas û Endamê Kongerya Netewî ya Kurdistanê Ebdilrehman Xelîfê dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê weke sûcekî navnetewî bi nav kir û destnîşan kir ku ev dagirkerî di encama jihevketina rewşa Sûriye û Iraqê yên derve û hundirîn pêk hatiye. Her wiha ji ber bêdengiya civaka navnetewî û rewşa herêmên armanc hatine girtin, pêk hatiye. Xelîfê da zanîn ku bêdengiya rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê ji ber ku berjewendiyên partîtî û heta berjewendiyên malbatê di ser berjewendiya netewî re digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA