Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê diyar kir ku di nava van 15 rojan de dê pirsgirêka qutûna avê li navçeya Til Hemîsê bi dawî bibe.

Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
Pirsgirêka qutbûna avê li Til Hemîsê dê di van 15 rojan de çareser bibe
10 hezîran, 2018   15:54

QAMIŞLO

Li gundên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo, pirsgirêka qutbûna avê tê jiyankirin. Sedam qutbûna avê li herêmê ew e ji ber xetên avê ji dema êrîşên çeteyan ên li ser herêmê, xirab bûne.

Têkildarî mijarê û bi armanca çareserkirinê, Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê bi şêniyên navçeyê re civiya.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi amadebûna bi sedan şêniyan hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Rêveberê Komîteya Avê ya Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê Kawa Ebdo û anî ziman ku navçeya Til Hemîsê ji herêmên ku zêde zirar dîtin û pêwîstiya wê bi avê heye. Ebdo bi bîr xist ku di encamên êrîşên çeteyên ên li ser herêmê de xetên avê ziyan dîtin û şênî bê av ma.

Kawa Ebdo, destnîşan kir ku stasyonên ava vexwarinê û xeta avê dê bi havkariya rêxistinên mirovî ji nû ve werin sererastkirin û got, "Niha me 23 sarîcên avê peyda dikirine da ku ji bo demekê avê li gundan belav bide ta xebatên serestkirinê. Xebatên sererastkirinê dê di nava 15 rojan de bi dawî bibin."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

(bb)

ANHA