Birîndarê teqîna Minbicê jiyana xwe ji dest da

Hesîb Şêxo (34) ku di teqîna şevê din a li Minbicê de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Birîndarê teqîna Minbicê jiyana xwe ji dest da
Birîndarê teqîna Minbicê jiyana xwe ji dest da
10 hezîran, 2018   15:09

MINBIC

Şevê din, du bombeyên dengê ji aliyê kesên nenas ve li bajarê Minbicê hatin teqandin. Teqîna yekemî li ber nexweşxaneya Furat û ya duyemîn jî li nêzî nexweşxaneya Emel pêk hatin.

Di encama teqînê de welatiyê bi navê Hesîb Şêxo yê 34 salî bi sivikî birîndar bibû. Hesîb di dema li nexweşxaneya Emel dihat dermankirin ji ajansa me re axivî bû, lê ji ber kirîzekê jiyana xwe ji dset da.

Doxtorê Elî Walî ku li ser dermankirina Hesîb disekinî diyar kir ku rewşa birîndar baş bû, li ser hişê xwe qet neçû, piştî du saetan nefesa wê teng bû, doxtoran hemû hewldan kirin da ku wî rizgar bikin, lê pêwîstiya wî bi emeliya sîngê hebû.

Doxtor Elî, her wiha diyar kir ku rewşa Hesîb piştî emeliyetê jê re çêkirin baş bû, heta saetên sibehê bi derdorê re dida û distend, lê ji nişka ve di encama kirîzekê de û rexmî hemû hewldan jî jiyana xwe dest da.

(bb)

ANHA