Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin

Gelê Minbicê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xisûn Mihemed û Mihemed El-Cirêd ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, oxir kirin.

Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
Gelê Minbicê du cangoriyên xwe oxir kirin
10 hezîran, 2018   14:51

MINBIC

Şêniyên Minbicê cenazeyên şehîdan ku bi wêneyên wan û çîçekan hatibû xemilandin ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi kerwanekî erebeyan çûn Goristana Şehîdan. Girseya gel di wê navberê de dirûşme beriz dikirin.

Li goristanê, merasîmeke hate lidarxistin.

Piştî turana leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan endama saziyê Kefa El-Elî axivî. Kefa sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û got ku navên şehîdan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de têne nivîsandin, ji ber berdêlên giranbuha fedayî welat û gel kirine.

Di merasîmê de, Endama Meclîsa Jin a Minbicê Hena Şerîf jî axivî û ev tişt anî ziman, "Mirov di xwezaya xwe de zulm û heqareta li ser xwe qebûl nake, jiyaneke bi rûmet û azad dixwaze, ev yek bi têkoşîn û berxwedanê pêk tê, ji ber ku nirxên azadiyê giran e."

Hena di berdewama axaftinên xwe de got, "Gelê Minbicê qebûl nakin ku sînaryoya Efrînê li Minbicê dûbare bibe, destwerdana Tirkiyê qebûl nakin. Em tekez dikin ku em xwedî li şehîdê xwe derdikevin û li hemberî pîlanên Tirkiya dagirker disekinin."

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, fermandar Serhildan Emadgulî axivî û ev tişt anî ziman, "Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di gelek pêngavan de cih girt û serkeftinên mezin bi dest xistin. Jin jî di meclîsê de berxwedaniyeke bê hempa li hemberî hêzên tarî wekî Tirkiyê û çeteyên wê da meşand. Van komanan xwestin jinan vegerîn serdema koletiyê."

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokrartîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Şêxo, axivî û di kesayeta herdu şehîdan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soza parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin da.

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatîma El-Dîba wesîqeya herdu şehîdan xwend û radestî malabatan kir.

Girseya gel cenazeyê hevalên xwe di nava dirûşme spartin axê.

(bb)

ANHA