Li Bexdayê agir bi depoyeke sindoqên dengan ket

Li paytexta Iraqê Bexda li yek ji depoyên sindoqên dengan ên hilbijartina 12'ê Gulanê şewat pêk hat.

Li Bexdayê agir bi depoyeke sindoqên dengan ket
10 hezîran, 2018   14:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexda li yek ji depoyên sindoqên dengên hilbijartina 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê agir derket.

Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku îro piştî nîvro li depoyekî dengan a Komîsyonê Hilbijartinê ya li aliyê Resafe ya Bexdayê agir derketiye û hemû sindoqên dengan ên li depoyê şewitîne.

Wezareta Navxwe ya Iraqê jî ragihand ku  tîmên agirkujiyê hewl didin ku agir kontrol bikin.

Hîn sedemê derketina girt nehatiye eşkere kirin.

Li gorî biryara Parlamentoya Iraqê wê ji ber sextekariyan hemû deng jinûve bi destan bihatan hejmartin.