Şaredariya Gel a Reqayê beşê 5 a alavan wergirt

Şaredariya Gel a Reqayê beşek nû ji alavên giran ku ji aliyê Kaolîsyona Navdewletî hatine pêşkêşkirin, wergirt.

Şaredariya Gel a Reqayê beşê 5 a alavan wergirt
Şaredariya Gel a Reqayê beşê 5 a alavan wergirt
Şaredariya Gel a Reqayê beşê 5 a alavan wergirt
10 hezîran, 2018   12:58

REQA

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê alavên ku dê di xebatên paqijkirinê de werin bikaranîn, ji şaredariya Gel a Reqayê re pêşkêş kir.

Derbarê mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Ibrehîm destnîşan kir ku wan sîtêrên avê, 3 bendozer, 2 winc û 4 kemyon pêk dihatin.

El-Ehmed da zanîn ku wan Reqa li ser 26 herêman parçe kirine. Da bi hêsanî karibin bajar ji bermahiyên çeteyên DAIŞ û şer paqij bikin û destnîşan kir ku di nava çend rojên pêş de wê tevgera wan li Reqayê zêde bibe û dê kolanan vebikin.

(dc)

ANHA