Di êrîşa hawayî ya li ser Idlibê de 11 kes mirin

Hate ragihandin ku di encama êrîşa hewayî li ser gundewarên herêma Idlibê de 11 kes mirin. Êrîşa bi balafiran piştî êrîşa çeteyan a li ser bajarokên Fûa û Keferya pêk hat.

Di êrîşa hawayî ya li ser Idlibê de 11 kes mirin
10 hezîran, 2018   13:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihandin ku balafirên şer bajarokên Biniş û Teftenaz, gundê Kenîsa Benî Îz ên deşta Rûj a dikeve başûrrojavayê herêma Idlibê bombebaran kirin. Li gorî çavdêriyê di êrîşa li ser bajaroka Teftenaz de di nav de 3 zarok 9 kes mirin û di êrîşa li ser Biniş de zarokek û li bajaroka Ram Hemedan jî ciwanek mirin. Her wiha hate diyarkirin ku li Biniş, Teftenaz, Tiûm, Masera Mesrîn, Ram Hemdan, Erîha û Kenîseya Benî Îz de 29 kes birîndar bûn.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan, her wiha daxuya kirin ku nexweşxaneya zarokan a Teftenza ji ber êrîşan ji xizmetê derketiye.

Êrîşa hawayî ya li ser gundewarên wê, piştî êrîşa çeteyên "Seraya Dareya, Ceyş El-Ehrar, Ozbeg, Turkistan û hin komên din" ya li ser bajarokên Fûa û Kefreya ku niştecihên wê Şîa ne, pêk hat.

Sê roj berê, li bajaroka Zerdena ya dikeve bakurê Idlibê komkujiyeke pêk hat, li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan bi kêmanî 51 kes mirin.