Kîm gihîşt Segafora û Trump weke 'derfeta tekane' bi nav kir

Serokê Emerîka Donald Trump û serokê Koriya Bakur Kim Jong-un gihîştin Sengafora da ku roja sêşemê lûtkeyeke dîrokî li dar bixin. Trump got ku ev derfeteke tekane ye û ji bo aştiyê gelekî girîng e, da ku têkliyên nû di navbera herdu welatan de pêk werin û ji bo tunekirina çekên nuklerî lihev bikin.

Kîm gihîşt Segafora û Trump weke 'derfeta tekane' bi nav kir
10 hezîran, 2018   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "The Straits Times" ragihand ku balefiran serokê Koriya Bakur Kîm Jong-Un gihîşt Sengafora û tê payîn ku bi serokwezîrê Sengafora re bicive. Serokê Emerîka Donald Trump jî got ku lûtkeya bi serokê Koriya Bakur Kîm Jong –Un re derfeteke tekane ye da ku aştî di navbera herdu welatan de pêk were.

Trump diyar kir ku dê di deqeyekê de nas bike ku lûtkeya Sengafora dê xêr be yan na û got ku ji bo aştiyê gelekî girîng e. Trump di dawiya lûtkeya Koma  Heftemîn li Kanada de destnîşan kir ku ew dibîne ku Kîm Jong-Un dixwaze tiştekî ji gelê xwe re bike û ev derfetek e lê tenê carekê ye.