Şeniyên gundên rizgarkirî bi kêfxweşî pêşwaziya şervanan dikin

Şêniyên gundên di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de tên rizgarkirin bi kêfxweşiyek mezin û tilîliyan pêşwaizya şervanên QSDzê dikin.

Şeniyên gundên rizgarkirî bi kêfxweşî pêşwaziya şervanan dikin
10 hezîran, 2018   10:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD'ê gundên El-Şemase, El-Hilwe û Ebû Hamda yên nêzî bajaroka Dişîşa ji çeteyan rizgar kirin.

Navenda Ragîhandinê ya YPG'ê nûçeyek ku dema şervanên QSD'ê ketin gundên girêdayî Dişîşa weşandin. Di nûçeyê de behsa şêniyan tê kirin û hate gotin ku şêniyên gund bi kal, pîr, jin û zarokên xwe bi kêfxweşî û tilîlî pêşwaziya şervanan kirin. Şervanan jî silava li gundiyan kirin û bi wan re axivîn, dilê wan xweş kirin.

Şervanê QSD'ê Beşîr Mihemed ê cihê xwe di rizgarkirina gundên navborî de girtin ji navenda Ragîhandinê ya YPG'ê re axivî û diyar kirin ku şêniyên gund gelekî kêfxweş bûn û wiha dom kir: "Welatiyên gund bi dilgermî pêşwaziya me kirin."

Welatiyê bi navê Salim ku di nava gundiyên pêşwaziya şervanên QSD'ê kirin de bû ji navenda YPG'ê re axivî û got ku kêfxweşiya wî bi rizgarkirina gundên wan ji aliyê şervanên QSD'ê ve kêfxweşiyek mezin xistiye dilê wan û ev tişt anî ziman: "Ev sê sal in û em di çemberê de ne. Zarokên me di nav tirseke mezin de jiyan dikin.Ez niha zarokên xwe dibînim ku çawa bi kêfxweşî li nava gund digerin."

Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl ên di gundên di bin dagirkiriya wê de mane, wekî mertalên zindî bikar tanîn.