Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til-Hemîsê, Goristana Şehîd Rexib El-Atiye sererast dike. Li gorî rêveberan dê xebatên sererastkirinê dê heta 5 mehan berdewam bike.

Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
Sererstkirina Goristana Şehîd Raxib didome
10 hezîran, 2018   07:48

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Goristana Şehîd Raxib El-Atiye di 13'ê Tebaxa 2017'an de li gundê Salhiyê yê rojavayê navçeya Til-Hemîsê, hatibû vekirin. 37 şehîdên YPG, YPJ û QSD'ê di vê goristanê de hatin veşartin.

Meclîsa Malbatê Şehîdan bi koordîneya Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê ji1'ê Gulanê ve, dest bi sererastkirina goristanê kirine.

Xebatên werşeyên sererastkirinê bi vî awayî ne: Lêkirina dîwarbi dirêjehiya 725 metre û bi bilindahiya 2 metreyan li derdora goristanê, avakirina hêwana pêşwazîkirin û dika merasîmê di orteya goristanê de û avakirina odeyan .

Şaredariya Gel a navçeyê jî ji aliyê xwe ve dê 47 şitil li goristanê çandin, 11 stunên kehrebê danîn, li gorî şaredariyê kehrebe di heftiyek din de bighêje goristanê.

Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan bîrek av li goristanê koland.

Rêveberên ku li ser xebatên sererastkirina goristanê disekinin diyar kirin ku dê heta 5 mehên din jî berdewam bike

Tê gotin ku Şehîd Raxib Atiyê, şervanek YPG'ê ji navçeya Til-Hemîsê ye. Di destpêka meha Tebaxa 2017'an di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd dikeve. Şehîd Raxib yekem şehîdê ku li goristana navçeyê tê veşartin.

(şx)

ANHA