Hêzên ewlehiya hundirîn tedbîrên cejna Remezanê distînin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê bi armanca parastina welatiyan di cejna Remezanê de tedbîrên pêwîst distînin.

Hêzên ewlehiya hundirîn tedbîrên cejna Remezanê distînin
Hêzên ewlehiya hundirîn tedbîrên cejna Remezanê distînin
10 hezîran, 2018   08:26

TEBQA

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê û ji bo parastina ewlehiya welatiyên bajarê Tebqayê Hêzên Ewlehiya Hundirîn tedbîrên pêwîst distînin. Hêzên Ewlehiyê di destpêkê de kontorla xwe li ser riyên sereke yên ketin û derkitina bajêr zêde kirine. Her wiha gerên xwe di nava bazaran de jî zêde kirine.

Hêzên Ewlehiyê her wiha bendên kontrolê yên nû ava kirine û belgeyên kesan û siwareyên ku derbasî bajêr dibin kontrol dikin.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê Îmad El-Betûşî diyar kir ku hêzên wan ji bo welatiyên herêmê cejna Remezanê bi şahî derbas bikin wan gelek tedbîr standine.

El-Betûşî diyar kir ku zêdekirina bendên kontrolê û zêdekirina gera hêzên ewlehiyê di bajêr de tenê parastina welatiyan e.

Îmad El-Betûşî bang li welatiyan kir ku bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re bibin alîkar û tiştên ku ew bi guman dibînin hêzên wan agahdar bikin, da ku di demeke lezgîn de bête çareserkirin.

ANHA