ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.06.2018
10 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê xebatên sererastkirina Goristana Şehîd Rexêb El-Atiye didomîne. Li gorî rêveberan dê xebatên sererastkirinê goristanê piştî 5 mehan bidawî bibe . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên ji pêkhateya Êzdî diyar kirin ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê yên weke kuştin, revandin, hilweşandina mezarên Êzdiyan berdewama kiryarên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hêzên Erka Xweparastinê ya bajarê Minbicê weke mertala parastina bajêr ji hemû êrîşên derve re tê destgirtin û beşdarbûna ciwanên herêmê di nava van hêzan de zêde dibe. Piştî gefxwarinên Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî bajarê Minbicê hejmara ciwanên ku berê xwe didin navendên Erka Xweparastinê zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di destpêka meha Remezana pîroz de şandeyeke paya bilind bi awayekî veşartî serdana bajarê Efrînê kir. Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gelek caran şandeyên bi vî rengî dişîne herêmên dagirkirî da ku dagirkeriya xwe li van herêman biçespîne. Armanca şandeya hatiye Efrînê jî piştî serdana gelek rayedarên Tirkiyeyê û serokên şaredariyan bi awayekî veşartî û eşkere, ew e ku şer û mercên nû li ser welatiyên herêmê ferz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Niyaz Hemîd rûniştina Tirkiyê û Amerîkayê nirxand û diyar kir ku hevdîtin ne di berjewendiya Tirkiyê yê de ye, tenê ji bo hinek serkeftinên derew e û wiha got; “Sozên ku Tirkiyê dayîn Amerîkayê xwekuştina Tirkiyeyê ye.” (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Milfono, ji beriya 50'î salî karê boyaxkirina cilan dike. Ji ber ku di karê xwe de serkeftîbû, li paytexta Elmanyayê Berlînê beşek boyaxkirina cilan vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de, bal kişandin ku QSD‘ê li ser sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ‘ê xistine çemberê û diyar kirin ku dosyaya başûrê Şamê hê jî li benda lihevkirinên navdewletî ye. Rojnameyan her wiha mijara nexşeya Amerîka û Tirkiyê ya derbarê Minbicê de û helwesta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya derbarê vê yekê girtin dest. Her wiha gelek mijarên din têkildarî geşedanên dawî yên girêdayî Iraq û binpêkirinên dewleta Tirk, aloziya li Filistîn û Yemenê û rewşa Lubnan, her wiha çalakiyên li Urdunê hatin nirxandin. (BI WÊN)

ANHA