Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?

Di destpêka meha Remezana pîroz de şandeyeke paya bilind bi awayekî veşartî serdana bajarê Efrînê kir. Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gelek caran şandeyên bi vî rengî dişîne herêmên dagirkirî da ku dagirkeriya xwe li van herêman biçespîne. Armanca şandeya hatiye Efrînê jî piştî serdana gelek rayedarên Tirkiyeyê û serokên şaredariyan bi awayekî veşartî û eşkere, ew e ku şer û mercên nû li ser welatiyên herêmê ferz bikin.

Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
Îsmaîl Metîn di serdana xwe ya veşartî de li Efrînê çi kir?
10 hezîran, 2018   04:15

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Kantona Efrînê ji aliyê navendên lêkolînên stratejîk ên cîhanê yên navdar ve weke herêmeke aborî ya herî çalak di Sûriyeyê de ye, niha jî piştî dagirkeriya Tirkiyeyê veguherî herêmeke weke herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de. Girîngiya stratejîk a herêma Efrînê ew e ku gundewarê bakurê Helebê bi gundewarê wê yê rojava û Idilbê ve girê dide. Sînorên Efrînê her wiha bi dewleta Tirkiyeyê re jî dirêj e û axa wê jî dewlemend e û ji bo çandiniyê gelekî guncaw e. Herêma Efrînê bi zeytûnan jî di asta Rojhilata Navîn de gelekî navdar e.

Artêşa duyemîn a Tirkiyeyê çi ye?

Fermandarê artêşa duyemîn a Tirkiyeyê Îsmaîl Metîn bi awayekî veşartî serdana Efrînê kir. Artêşa duyemîn a Tirkiyeyê yek ji beşên hêzên bejahî yên artêşa Tirkiyeyê ye û di asta herî jor de beşdarî çalakiyên dagirkirina Efrînê ya di bin navê "Şaxa Zeytûnan" de bû û beşdarî hilweşandina binesaziya herêma Efrînê bû û gelek deverên dîrokî û şûnwarên bi hezaran salan armanc girtin û nêzî 200 hezar welatiyên herêmê neçarî koçberiya ber bi herêma Şehba ve kirin.

Artêşa duyemîn a Tirkiyeyê di sala 1923'an de hate avakirin û ji 125 hezar efser û leşker pêk tê. Misyona wê jî parastina herêma Anadol û sînorê bi Sûriye, Îraq, Îran û Ermenistanê ye. Navenda wê ya sereke li bajarê Melatiyayê ya nîvê Tirkiyeyê ye. Ango berpirsyariya vê artêşê parastina mîrasa Osmaniyan e û xwediyê dosya herî hesas di komara Tirkiyeyê de ye ango dosya sînorên bi dewletên cîran re. her wiha hêza çalak li rex istixbarat MÎT di şerê li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Bakurê Kurdistanê de ye.

Li Tirkiyeyê artêşa duyemîn weke hêza ku xwedî perwerdeyên taybet tê pênasekirin, ji ber ku ji 35 salan ve beşdarî çalakiyên leşkerî li rex hêzên taybet ên Tirkiyeyê û Konter Gerîla dibe. Artêşa duyemîn yek ji hêzên sereke ya beşdarî çalakiya hilweşandina bajarên Kurdî li Bakurê Kurdistanê di sala 2015'an de bû û ev 40 sal in beşdarî çalakiyên şewitandina gundên Kurdan dibe. Piraniya fermandarên artêşa duyemîn a Tirkiyeyê û di serî de Îsmaîl Metîn endamên istixbarata taybet in û siyaseta Tirkiyeyê ya derve û hundirîn didin meşandin.

Ji Cerablûs û Babê ber bi Efrînê ve, Îsmaîl Metîn kî ye?

Îsmaîl Metîn piştî 12 rojan ji derbeya 15'ê Tîrmehê ya 2016'an ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve di paya fermandariya artêşa duyemîn a Tirkiyeyê de hate erkdarkirin. Îsmaîl Metîn beriya wê fermandarê Feyleq sîstema giştî ya Asayîşa Tirkiyeyê bû û yek ji kesayetên ji Serokê Desteya Artêşa Tirkiyeyê Xilosî Akar ve nêzîk e, ku li re Erdogan di 26'ê çileya 2018'an de serdana baregeha odeya çalakiyên "Şaxê Zeytûnan" kir ku ji aliyê Îsmaîl Metîn ve dihat birêvebirin. Îsmaîl Metîn beriya du salan jî ji aliyê istixbaratê ve ji bo serkêşiya "Mertala Firatê" bike li gundewarê bakurê Helebê hate erkdarkirin.

Îsmaîl Metîn di şerê li dijî gelê Kurd û li dijî hemû porjeyên demokratîk li herêmê yek ji aliyên çalak di hikûmeta AKP'ê de ye. Li rex çalakiyên guhertina demografîk li Efrînê, Îsmaîl Metîn di bin çavdêriya Xilosî Akar de baregehên xwe yên leşkerî yên artêşa duyemîn di amadekariyên çalakiya li dijî herêmên Medya de xurt dike. Di dawiya meha borî de jî serdana herêma sînorî ya di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de kir.

Îsmaîl Metîn di van mehên borî de jî gelek caran serdana Efrînê kir. Serdana wî ya yekemîn li çiyayê Parsê yê rojhilatê Efrînê li gundê Qestel Cindo yê Êzdiyan di 31'ê Çileyeyê de bû. Çiyayê Parsê ku serweriya xwe li giştî gundewarê bakurê Helebê, Ezaz, Efrîn û Kîlîsê dike û li vir gelek mezarên kevnar ên Êzdiyan hene, veguherî qada şerekî dijwar û artêşa Tirk bi armanca dagirkirina vir hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi kar anî.

Serdana Îsmaîl Metîn li rex hêzên Komandos ên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê û di wêneyên ku hatine belavkirin de eşkere diyar dibe ku wan herdu mezarên Şêx Hemîd û Parse Xatûn hilweşandine û bi sedan darên li vir ku herî kêm temenên wan 50 sal in hilkirine. Serdana duyemîn a Îsmaîl Metîn li Efrînê di roja Newrozê de bû piştî ku herêma Efrînê di 18'ê adarê de hate dagirkirin. Îsmaîl Metîn ku serkêşiya vê dagirkeriyê dike, bi agahdariya Erdogan yekemîn endamên Desteya Artêş Tirkiyeyê derbasî bajarê Efrînê dibe.

Herdu serdan bi rengekî nijadperest pêk hatin

Ji sedan salan ve yekemîn sal bê şahiya Newrozê di ser Efrînê re derbas dibe û vê yekê hişt ku serdana Îsmaîl Metîn ku bi nijadperestiya xwe ya Tirkî tê nasîn misoger bibe. Ev mijar di hovîtiya çeteyan de dema ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin eşkere diyar dibe.

Herdu serdanên Îsmaîl Metîn li Efrînê bi rengekî nijadperest bûn, di serdana yekemîn de serdana mezarên Êzdiyan ku artêşa wî hilweşandine kir û di serdana duyemîn de jî di roja cejna Newrozê de bû.

Serdana ji bo veşartina riswabûnê

Serdana sêyemîn a Îsmaîl Metîn li Efrînê berûvajî herdu serdanên berê bi awayekî veşartî pêk hat. Metîn di deriyê sînor ê gundê Dêrbelûtê di duyemîn roja Remezana pîroz de bû û li rex wî fermandarê giştî yê hêzên bejahî ya bajarê Dîlokê û gelek fermandarên din ên Artêşa Duyemîn a Tirkiyeyê bû û serdana xwaringeha Çiyayê Hawar kirin.

Ev xwaringeh ku 2 km bakurê bajarê Efrînê dikeve û li vir fitara xwe ya Remezanê li rex serçeteyên dagirkeriya Efrînê dikin vekir.

Çavkaniyekî pê bawer diyar kir ku ev serdan weke pîrozkirina rêveberiya nû ya xwaringehê bû ku artêşa Tirk a dagirker piştî dagirkeriya xwe di çarçoveya çalakiyên talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê û çalakiyên guhertina demografîk de radestî kesek Tirk kiribû.

Kesekî Tirk niha xwediyê xwaringeheke Efrînê ye

Kesê bi navê Enes Arî xwediyê rêzexwaringehên Arî yên li wîlayeta Hatay a Bakurê Kurdistanê niha destên xwe danîne ser xwaringeha Çiyayê Hawar a bajarê Efrînê. Ev yek jî bi erêkirin û pîrozkirina Îsmaîl Metîn û fermandarê Leşkerî yê bajarê Dîlokê pêk hat. Enes Arî alîgirekî AKP'ê ye û propagandeya wê di xwaringehên xwe de dimeşîne.

Fermandarê leşkerî  yê bajarê Dîlokê û hin fermandarên din li rex tîma xwaringehê û Enes Arî li xwaringeha Çiyayê Hawar di wêneyan de diyar dibin. Her wiha di wêneyekî din de jî Enes çekeke pêşketî ya NATO'yê di xwaringehê de radike.

ANHA