Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye

Partiyên siyasî yên Helebê destnîşan kirn ku ji bo xelaskirina Sûriyê ji kirîzê pêwîste hemû aliyên Sûrî xwedî nêrîneke hevbeş bin û dest bidin hev û gotin ku siyaseta dûrxistina aliyekî an pêkhateyekî Sûrî ti carî aloziyê heyî çareser nake.

Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
Partiyên Helebê: Hevgirtina gelê Sûriyê riya çareseriyê ye
9 hezîran, 2018   15:23

HELEB

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (Buroya Heleb) bi partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd re civiya. Armanca civînê ew e ku geşedanên dawî bi nirxînin û nêrînên partiyên derbarê guhertinên ku derdikevin, were diyarkirin.

Civîn li avahiya MSD‘ê ya taxê hate lidarxistin. Nûnerên PYD‘ê, Hevbendiya Niştimanî û Partiya Sûriyeya Pêşerojê di civînê de amade bûn.

Hevserokê  Buroya Meclîsa MSD‘ê ya Helebê Mirî Şibilî geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê rû dide, destwerdanên aliyên derve li karûbarên wê, her wiha daxuyaniyên ji MSD‘ê ve derbarê danûstandinên bi rêjîmê re nirxand. Şiblî got, "Destwerdanên aliyên derve di karûbarên Sûriyê de bandoreke neyînî li ser gelê Sûriyê bû. Welatên derve qaşo digotin ew ji bo çareserkirina aloziyê de dixebitin, lê kuştin, wêrankirin û koçberkirin ranewestiyan. Ji ber ku mebesta wan tenê berjewendiyan qezenc bikin."

Şibilî, bal kişand ku tundî û leşkerî çareseriyê nayne û got ku pêwîst aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî were çareserkirin û gelê Sûriyê bêyê destwerdana derve çarenûsa xwe diyar bike. Şibilî her wiha got ku armanc ji destwerdana derve parçakirina Sûriye yê û koçberkirina niştecihên wê ye.

Mirî Şibilî, di berdewama axaftina xwe de, îtîfaqên welatan ên li ser Sûriyê û nebeşdarkirina aliyên siyasî ji bo danûstandinan û wiha dom kir, "Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê sînorê xwe ji koçberên Sûriyê re vekir da ku gelê wê bide koçberkirin. Paşê dest bi derxistina tevliheviyê kir, herî dawî beşeke ji xaka Sûriyê dagirk kir û niha çavê wê li herêmên din e. Armanca Tirkiyê diyar e ew e ku îradeya gelê Sûriyê têk bibin û destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyê talan bike."

Di dawiya civînê de, beşdaran jî nerînên xwe derbarê mijarê de anîn ziman û diyar kirin ku ji bo xelaskirina Sûriyê ji kirîzê pêwîste hemû aliyên Sûrî xwedî nêrîneke hevbeş bin û dest bidin hev, siyaseta dûrxistina aliyekî an pêkhateyekî Sûrî ti carî aloziyê heyî çareser nake. Her wiha tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê û neqebûlkirina parçekirinê kirin.

(bb)

ANHA