Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin

Sedan kesî sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Suhêl El-Ehmed bi nasnav Şam Hesekê re yê ku 6‘ê Hezêranê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, xwestin.

Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata têkoşer Şam Hesekê re hate xwestin
9 hezîran, 2018   14:37

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo ji bo şervanê YPG‘ê Suhêl El-Ehmed konê taziyê li ber mala wî ya li gundê Simêhan a girêdayî navçeyê danî.

Sedan şêniyên navçeyê, şervanên YPG û YPJ‘ê û hevalên şehîd, her wiha şandeyek Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Kon bi wêneyên şehîd, alên QSD, Kongreya Star û YPG û YPJ‘ê hatibûn xemilandin.

Li vir merasîmeke hate lidarxisitn û bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve destpê kir. Paşê axaftin ji aliyê Rêveberê TEV-DEM‘ê yên navçeya Til Birak Yûsif Kotê, Rêvebera Kongreya Star Hacer El-Hisên ve, Hevserokkê Meclîsa Navçeya Til Birak Mihemed Elî û Şervanê QSD‘ê Şervan Xibatbî ve hatin kirin.

Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd re xwest û gotin şehîd Suhêl şehîdê biratiya gelan e û soza damandina xeta şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Suhêl El-Ehmed hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê bi dawî bû.

(bb)

ANHA