Hejmara qurbaniyên teqîna li Şehbayê bûn 6 kes

Hejmara qurbaniyên teqîna mayîna ku duh li Til Rifet a Şehbayê pêk hatibû bûn 6 kes.

Hejmara qurbaniyên teqîna li Şehbayê bûn 6 kes
Hejmara qurbaniyên teqîna li Şehbayê bûn 6 kes
Hejmara qurbaniyên teqîna li Şehbayê bûn 6 kes
9 hezîran, 2018   14:06

ŞEHBA

Duh saet di 18:00‘an de, li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê mayînek çeteyên artêşa Tirk a dagirker  bi malbateke Efrînî ve teqiya. Di encamê de ji 4 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Ji kesên bi giranî birîndar bibûn, zaroka bi navê Nîroz Mihemed Elo û Fewzî Elo îro li nexweşxaneya Avrîn a li gundê Fafîn a Şehbayê şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara şehîdan bû 6.

Duh Gulê Mihemed Mustefa (55), Muna Umer Fewzî (10), Mihemed Ferîd (14) û Umer Fewzî Elo (35) şehîd bûn.

(bb)

ANHA