YPG'ê nasnameya sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragîhandina YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya sê şervanên di Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.

YPG'ê nasnameya sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
YPG'ê nasnameya sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
YPG'ê nasnameya sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
YPG'ê nasnameya sê şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
9 hezîran, 2018   12:05

NAVENDAN NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragîhandina YPG'ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:

"Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûr-rojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ku hêzên me YPG-YPJ jî di vê pêngavê de cihê xwe digrin, bi hemû leza xwe didome. Di vê qonaxa duyemîn de piştî şerên dijwar yên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê qewimîn de 6 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hate dayîn. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a li vê herêmê ber bi tunebûyinê ve diçe.

Di navbera dîroka 27’ê Gulanê û 7’ê Puşperê de gundên ku hatin rizgarkirin de pevçûnên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Rêhevalên me Elîşêr, Esîr û Şam Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Em her sê rêhevalên me ku li Dêrazorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û em soza ku tekoşîna me ya azadiyê bi serkeftinê re tacîdar bikin heya dawî têbikoşin careke din nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Selman Mihemed

Navê Dayikê: Xerma

Navê Bav: Ebîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 7 Puşper 2018

=====

Nasnav: Esîr

Nav û Paşnav: Mihemed Abud

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Kamil

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 27 Gulan 2018

 

Nasnav: Şam Hesekê

Nav û Paşnav: Sihêl El Ehmed

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 6 Puşper 2018