Şaredarî di çareserkirina pirsgirêka kenalizyonê de zehmetiyan dikşîne

Li kolanên bajaroka Til Tewîl a girêday bajarê Hesekê pirsgirêka ava kenalizyonê pêk hatiye, şaredarî jî di nava hewldanan de ye pirsgirêkê çareser bike.

Şaredarî di çareserkirina pirsgirêka kenalizyonê de zehmetiyan dikşîne
Şaredarî di çareserkirina pirsgirêka kenalizyonê de zehmetiyan dikşîne
Şaredarî di çareserkirina pirsgirêka kenalizyonê de zehmetiyan dikşîne
Şaredarî di çareserkirina pirsgirêka kenalizyonê de zehmetiyan dikşîne
9 hezîran, 2018   11:53

HESEKÊ

Li kolanên bajarrokê Til Tewîl a derdora 4 kîlometreyan bakurê bajarê Hesekê ava kenalizyonan li kolanan kom bûye. Ev yek dibe sedema bîna genî û zêdebûna mêşûmoran. Metirsîna ku nexweşî di nava welatiyan de zêde bibe jî çêbûye.

Rêveberiya Şaredariyê jî dibêje ku alavên wan nîne, lewma ew nikarin pirsgirêkê zû çareser bikin.

Endamê komîna Til Tewîl ê bi navê Ezîz Reşo derbarê mijarê got ku şerederî li gorî derfetên xwe tev digere û ev tişt anî ziman: "Di xebatên xwe de pir kêm dimîne. Ev demeke dirjê xeta ava kenalizyonê heye, lê derfetên wan a pêkanîna wê ji ber nebûna alavan kêm e.

Reşo, her wiha destnîşan kir ku 9 gundên girdayî Şeradariya wan bi yek terektora berhevkirina çopê ye û wiha dom kir: "Gelek alav ji şaredariyê re pêwîst in. Alav nîn, lewma em bang li Desteya Şaredariyan dikin ku alavên pêwîst ji şaredariyê re pêşkêş bikin."

Hevserokê Şaredariya Til Tewîl Ciwan Ehmed jî derbarê mijarê da zanîn ku ku birsgirêka wan di aliyê alava de heye û ev tişt anî ziman: "Bajarê Hesekê tenê sîstêrek avê heye,  Ev dibe asteng li pêşiya xebatên me. Di aliyê xizmetê de û çêkirina kenalizyonan de em incex li gorî derfetên heyî tevbigirin."

Ehmed bang li Desteya Şaredariyan kir ku alavên pêwîst ji şaredariya wan re pêşkêş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desteyên Şerdariyan pêwîste derfetên ji şaredariyên me re zêde bike, ji ber herêma Hesekê fireh e û pêwîst bi gelek alavan heye. Gelek rexneyên gelê me hene, lê em zêdeyî derfetên xwe nikarin tevbigirin."

ANHA