Hêzên Îranê li Rojhilat 2 kolber qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber qetil kirin.

Hêzên Îranê li Rojhilat 2 kolber qetil kir
9 hezîran, 2018   11:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kirmanşan û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin qetil kirin. Kolberek di êrîşa rejîma Îranê de hat qetilkirin yê din jî dema ku bar hilgirt ji êrîşî direviya û ji çiya ket, mir.

Komeleya Mafê Mirovan şevê din ragihand ku li bajarê Pawe yê girêdayî Kirmanşan kolberê bi navê Sebûr Qadrî yê 47 salî dema ku li ser sînor bal dihilgirt, ji çiyayan ket û jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din roja 7’ê Hezîranê hêzên rejîma Îranê li navçeya Kepran a bajarê Serdeşt gule bi ser kolberan de barand. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Îskender jiyana xwe ji dest da.

Êrîşên hêzên rejîma Îranê li ser sînor li dijî kolber û kasibkaran zêdetir bûne.