Dagirkeran li Efrînê li pîrejineke Kurd dan

Hate gotin ku çeteyên girêdayî Tirkiyê li pîrejineke Kurd dan, dema ku qebûl nakir mala wê were talankirin. Li aliyekî din jî hate gotin ku serçeteyekî meydanî hate kuştin.

Dagirkeran li Efrînê li pîrejineke Kurd dan
8 hezîran, 2018   17:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomîne. Çavkaniyekî diyar kir ku hejmareke mezin endamên MIT derbarê herêmên Cindirês û Racoyê bûn û diyar kir ku serçeteyekî koma "El-Cehba El-Şamiya" hate kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku li gundê Beiya yê bajarê Efrînê hejmareke çete derbasî mala pîrejina Kurd a bi navê Zeyneb Ebo Misto ya 70 salî bûn û lê dan û lingê wê yê rastê şikenandin, dema ku qebûl nekir ku çete mala wê  were telankirin.

Li gorî agahiyekê ku ser rûpela Facbookê ya Çalakvanên Efrînê hatiye belavkirin; çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" welatiyê Efrînê yê bi navê Cahid Axa dema ku li nav zeviyên xwe dixebitî revandin û bi bin navê ziketê genimê wê desteser kirin.

Li aliyekî din jî, hate gotin ku çeteyên heman komê gef li welatiyê (E.N) ê ji gundê Bablîd ê Efrînê xwarin ku genimê ku firotiye navenda "El-Derûzî" li wan vegerîne û ziketê bike wan.

Çavkaniyek din jî jî diyar kir ku fermandarê meydanî û berpirsê perwerdeyê ya çeteyên "El-Cebeha El-Şamiya" Ehmed Misto (Ebû Eslan) duh bi şev hate kuştin, piştî kuştina Ebû Misto rewşa li herêmê tevlihev bûye û texmîn kirin ku di navbera çeteyan de şer derkeve.