Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya

Li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê mayînek çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya di encamê de 4 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya
Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya
Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya
Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya
Li Şehbayê mayîna çeteyan bi malbateke Efrînî ve teqiya
8 hezîran, 2018   18:19

ŞEHBA

Derdora saet di 18:00‘an de mayînek ku çeteyên Tirkiyê berê li navçeya Til Rifet a Şehbayê danîbûn, bi malbateke Efrînî ve teqiya, di encamê de 4 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Kesên şehîd bûne "Gulê Mihemed Mustefa (55), Muna Umer Fewzî (10), Mihemed Ferdî (14 û Umer Fewzî Elo (35)".

Birîndar "Mihemed Fewzî Elo (23), Kîbar Şêx Qenber (19), Fatima û zarokek din navê wê nehatin naskirin".

Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn, kadroyên tendurstiyê diyar kirin ku rewşa birîndaran baş e.

(bb)

ANHA