Bagera Cizîrê pêşde diçe, gundê Himêdiyê hate rizgarkirin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Himêdiyê rizgar kirin û 5 km nêzî bajarok Dişîşê bûn.

Bagera Cizîrê pêşde diçe, gundê Himêdiyê hate rizgarkirin
8 hezîran, 2018   15:22

EHMED SEMÎR/HESEKÊ

Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûrrojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hemû leza xwe didome.

Şervanên QSD‘ê ji destpêka pêngavê ve 10 kîlometreyan pêşde çûn û niha 5 km nêzîkî bajaroka Dişîşa (bargeha dawî ya çeteyên DAIŞ) bûn. Şervanan duh bi şev gundê Himêdiyê ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê 14 km nêzî sînorê Iraqê bûn.

Şervanan piştî rizgarkirina gund xebatên paqijkirina gund ji bermahiyan dane destpêkirin. Çeteyên DAIŞ‘ê yên ku li gundê Ebû Hamide yê ku 400 mîtreyan nêzîkê gundê Himêdiya ye derdora gundê Qerîra ya rizgarkirî topbaran dikirin.

Şervanan di xebatên lêgerînê de, li gundê Himêdiyê tuneleke ku dighêje heta bajaroka Dişîşa dîtin.

Derbarê pêşveçûnên pêngavê de, şervanê QSD‘ê Baran Kobanê ji ajansa me re got, "Em niha li gundê Himêdiyê ne, me duh ev gund ji çeteyan rizgar kirin. Ji destpêka pêngavê ve em 10 km pêşde çûn."

Kobanê, anî ziman ku ev gund li gel çeteyên DAIŞ‘ê girîngiyeke xwe heye, çeteyan li derdora gund sûr danî bûn da ku pêşveçûnên şervanan asteng bike.

Baran Kobanê, her wiha diyar kir ku rexmî hemû hewldanên astengkirina pêngavê gund hate rizgarkirin û niha jî xebatên paqijkirina ji mayîna dewam bike. Kobanê da xuyakirin ku li gund tunelek dighêje heta bajaroka Dişîşê hate datîn û ji aliyê şervanan ve hate xirabkirin.

Şervanê QSD‘ê Baran Kobanê di dewama axaftina xwe de got, "Em ê ber bi gundên Rûhaniya, Ebû Sekra û Ebû Sexir ve herin. Di navbera me û gundê Dişîşayê de 5 km heye, em dikarin bêjin ku Dişîşê rizgar kiriye ji ber ku me ji sê aliyan ve xistiye çemberê û ji vir û sînorê Iraqê jî 14 km heye."

(bb)

ANHA