Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê çûn Qendîlê

Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan ji bo li ber dagirkeriyê rabin, ji Silêmaniyê berê xwe dan Qendîlê.

Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê çûn Qendîlê
8 hezîran, 2018   10:42

Ciwan îro serê sibehê saet di 09.00'an de li Parka Nalî ya li Silêmanî li hev civiyan û beriya bi rê bikevin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji Tevgera Ciwanên Welatparêz Wilyam Berzencî daxuyanî da û got, wê bi şiyara 'Li dijî dagirkeriyê serî hilde' li Qendîlê bibin mertalên zindî.

Li gorî daxuyaniyê, ciwanên ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê wê li Ranyayê li hev bicivin û ji vir jî berê xwe bidin Qendîlê.

Ciwan wê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyê bidin çapemeniyê û komek ji ciwanan li wê li Qendîlê bimînin, kon vedin û li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî.

Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta bi nivîsa "Dijmin bombeyan jî bibarînin ciwan wê dev ji çiyayên xwe bernedin, Serî Hilde, dagirkeriyê ji holê rake" vekirin. Ciwanan piştî daxuyaniyê berê xwe dan Qendîlê.