Komîteya Perwrdeyê yekem dewreya mamosteyan bi dawî kir

Komîteya Peweredeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a herêma Tebqayê yekem deweya perwerdeyê ku ji mamosteyên herêmê yên hemû beşan re dabû destpêkiri, bi dawî kir.

Komîteya Perwrdeyê yekem dewreya mamosteyan bi dawî kir
Komîteya Perwrdeyê yekem dewreya mamosteyan bi dawî kir
Komîteya Perwrdeyê yekem dewreya mamosteyan bi dawî kir
Komîteya Perwrdeyê yekem dewreya mamosteyan bi dawî kir
8 hezîran, 2018   10:17

TEBQA

Dewreya perwrdeyê 9 rojan dewam kir. Dewre bi armanca amadekirina mamsoteyan û pêşxistina wan ji bo sala xwendinê ya nû û derbaskirina hemû şaştiyên ku di sala xwendinê ya derbasbûyî de pêk hatin, hate vekirin.

Di dewreyê de dersên piratîkî û tewrî li ser biranşên nû û dersên li ser şêwira piskolojî hatin dayîn. Armanc ji vê yekê ew e ku mamoste tevlî perwrdeyê bibin. Hejmara mamosteyan li Tebqa û gundewarên wê hezar û 800 mamostye. Ev mamosteyana wê tevlî dewreya perwerdeyê ya ku wê di 20`ê Hezîranê de dest pê bike, bibin. Dewreyê perwerdeyê wê du mehan dewam bike.

Di vê çarçoveyê de mamosteyê beşê dîrok ê ku tevlî dewreya perwerdeyê bûye Enes Mihêmîd got ku wan ji dewreya perwerdeyê sûd girtin her wiha li ser kûrkirina şêwazê mamoste di dersdayînê de gelek agahî girtin.

Mihêmîd destnîşan kir ku wan di perwrdeyê de naskirin ku çawa mamoste nêzî xwendekaran bibe da ku nivşekî nû li ser esasê azadî û demokratiyê ava bikin.

(bx)

ANHA