Şaredariya Tebqa xebatên xemlandina bajêr didomîne

Beşê Hawîrdorê ya girêdayî Buroya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê ji bo sererastkirina hemû parkên bajêr û xemilandina wan xebatên xwe berdewam dike.

Şaredariya Tebqa xebatên xemlandina bajêr didomîne
8 hezîran, 2018   07:44

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Xebatkarên beşê hawîrdorê li parka çerxeriya El-Cahêz a taxa yekemîn a bajêr dest bi xebatên xwe kirin. Ev park di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de rastî xirabkirinê hatibû û gelek darên parkê jî hişk bibûn.

Tîmên xebatkaran ên girêdayî Şaredariyê di destpêkê de zemîna parkê ji bermahiyên şer paqij kirin û pilansaziyeke nû ji bo parkê hate danîn.

Di parkê de her wiha toreyên av û kehrebeyê tên sererastkirin û dê xemlandina parkê di hemû aliyan de tê meşandin.

Hevserokê beşê Hawîrdorê Cemal Ebdulletîf diyar kir ku dê gelek daran ji nû ve di parkê de biçînin.

Beşê Hawîrdorê di demên borî de jî gelek parkên weke parka taxa El-Meqasim sererast kirin û li van parkan jî gelek dar çandine. Her wiha li taxa duyemîn jî parka zarokan hatiye sererastkirin û niha li gelek parkên di xebat tên meşandin.

ANHA