′Em rê nadin hêzên derve derbasî Minbicê bibin′

Femandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil got ku hêzên wan tu carê derfet nadin tu hêzeke din ku destwerdana karê şêniyên Minbicê bikin. Ebû Adil tekez kir ku heger êrîş li ser wan pêk were ew ê bersiva yekser û giran bidin.

′Em rê nadin hêzên derve derbasî Minbicê bibin′
8 hezîran, 2018   05:37

NEJBÎR OSMAN – KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil derbarî gote gotên li ser derbasbûna hêzên Tirkiyê ji Minbicê re ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Ebû Adil di destpêka axaftina xwe de li ser armanca lidarxitina civîna ku li Incirlikê hate lidarxistin axivî û diyar kir ku civîn bi sponseriya Kooalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê hate lidarxistin.

Civîn piştî ku dewleta Tirk a dagirker idîya kir ku QSD`ê hêza yekem a li bajarê Minbicê ye hate lidarxitin. Ebû Adil diyar kir ku bi vê yekê dewleta Tirk dixwest tevlîheviyê li herêmê çêbike û ev tişt anî ziman: "Piştî civîn hate lidarxistin dewelta Tirk naskir ku şêniyên bajarê Minbicê bi xwe bajrê xwe bi rêve dibin û ne tu hêzên din in. Lê tişta em îro dibînin ew e ku dewleta Tirk bi hinceta aramî û ewlehî nîne, dixwaze bajarê me dagir bike. Bi vê yekê dewleta Tirk dijminatiya xwe tesbît dike. Gelek barjên Sûriyê mîna Cerablus, Bab û Efrîn dagir kir û bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e."

Ebû Adil destnîşan kir ku piştî bajarê Minbicê ji çeteyan hate rizgarkirin û şervanên QSD û YPG`ê hêza xwe jib ajar vekişandin. Derbarî mayîna koma şêwirmandiyê ya YPG'ê li Minbicê  Ebû Adil ev tişt anî ziman: "Şêwermendên YPG`ê da ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde bikin di bajar de man. Meclîsa ku di aliyê leşkerî leşkerî de parastina bajar kir û li hember êrîşên derve parastina bajar dike. Niha jî şervanên me ji aliyê hêzên Koalîsyona Navnetewî têne perwerde kirin."  

Ebû Adil di axaftina xwe de spasiya şervanê QSD/YPG`ê kir û got ku bi saya wan bajrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê yên ku destek ji dewleta Tirk a dagirker digrin hate rizgarkirin.

Ebû Adil diyar kir ku bajarê Reqayê bi saya şehîdên ku evsaneyên dîrokî nivîsandin û bi hezaran şêniyên herêmê ji zilm û zora çeteyan rizgar kirin, hate rizgarkiirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Parastina bajar li hember êrîşên derve yek ji erkên şêniyên bajar û Meclîsa Leşkerî ye. Mafê tu aliyan nîne destwerdanê bike."

Li ser helwesta Koalîsyona Navdeweltî ya li hember gefên Tirkiyê Ebû Adil got ku Koalîsyona Navdewletî helwesta xwe li hember gefên dewleta Tirk a dagirker diyar kir û soz da ku ewê heta dawiyê parastina bajarê Minbicê bike û tekez kirin ku ew derfet nadin ku hêzên din ku derbasî Minbicê bibin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil bang li şêniyên bajar kir ku li peyî gefên artêşa Tirk a dagirker neçin û tekez kir ku Meclîsa Leşkerî  ya Mibicê ji bo parastina bajar ji êrîşên derve ji her tiştî re amade ye.

(bx/dc)

ANHA