Balafirên şer Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora gundê Qelatukan ê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Balafirên şer Binarê Qendîlê bombebaran kirin
7 hezîran, 2018   18:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk di saet 17:40'an de çend cihên nêzî gundê Qelatukan ê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan piştî bombebaranê balafir ji herêmê çûne.