Eniya Demokrtaîk: Diviyabû ev hevdîtin ji destpêka şoreşê ve hatiba kirin

Eniya Demokratîk a Sûriyê di civîneke çapemeniyê de encamên hevdîtînên xwe yên bi aliyê Bakurê Sûriyeyê diyar kir û got ku diviyabû ev hevdîtin ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêk hatiba.

Eniya Demokrtaîk: Diviyabû ev hevdîtin ji destpêka şoreşê ve hatiba kirin
7 hezîran, 2018   18:08

QAMIŞLO

Eniya Demokratîk a Sûriyê serdana xwe ya li Bakurê Sûriyê bi dawî kir. Eniyê ku li gel MSD‘ê, rewşenbîrên Suryan, Ereb û Kurd, hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyê hevdîtin pêk anî bû derbarê encamên hevdîtinan, civîneke çapemeniyê li Otêla Mîrland a bajarê Qamişlo li dar xist.

Sekretêrê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Mirî, Berdevka Eniyê Meys Kirêdî, endamê Eniya Demokratîk a Sûriyê Ebdulezîz Dawûd, Serokê Partiya Sûriyaya Siberojê û enedamê Eniya Demokarîk a Sûriyê Fewzî Teqyedîn, Serokê Partiya Aşîtî ya Niştimanî û endamê eniyê Hanî El-Xûrî di civînê de amade bûn.

Sekretêrê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Mirî axivî û bal kişand li ser rola neyinî ya hin aliyên ragihandinê di reşkirina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û got, "Ev yek ji amûrên ku nehişt em bi Rêveberiya Xweser re danûstandinan çêbikin. Lê piştre diyar bû ku ev tecrube roleke mezin di aramiya Bakurê Sûriyê û hevgirtina hemû gelan de leyîst. Aliyên ku îdîa dikirin ku ev tecrube Sûriyê parçe dike, derket ne rast. Em hatin Qamişlo da ku hevdîtinan çêbikin û di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de bighêjin encamekê. Divyabû ku ev hevdîtin ji destpêka aloziya hatiba çêkirin."

Ebdulezîz Dawud jî anî ziman ku ew hewl didin hêzên derve yên ku dest li Sûriyê wer didin û bûne sedema kûrkirina aloziyê, derxînin û diyar kir ku girîngiya danûstandinan ser rêgirtina li ber destwerdana hêzên derve û lidarxistina kongreyeke niştimanî Sûrî-Sûrî, tê de hemû aliyên Sûrî li ser maseyekê rûnên û çawaniya çareserkirina aloziyê nîqaş bikin bû.

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê Meys Kirêdî jî bal kişand li ser rola jin di her qadên jiyan de û got ku jin roleke pêşeng dilîze û hêvî kir ku hemû jinên Sûriyê jî roleke çalak û pêşek di civakê de bileyîzin.

Civîna çapemeniyê bi bersivdayîna pirsên rojnamevanan ji aliyê Mey Kirêdî ve bi dawî bû.

(bb)

ANHA