‘Tirkiyê bi destwerdana li Sûriyê re xwe xist çiraveke gemar‘

Hevseroka PYD‘ê Ayşe Hiso diyar kir dewleta Tirk bi destwerdana xwe ya li Sûriyê re xwe xist çiraveke gemar û hemû kaxezên xwe yên siyasî, aborî û doplomasî winda kir. Ayşe Hiso anî ziman ku her çiqas aloziya Sûriyê kûr bibe ji bilî projeya xweseriya demokratîk ti çareserî tuneye.

‘Tirkiyê bi destwerdana li Sûriyê re xwe xist çiraveke gemar‘
7 hezîran, 2018   15:10

QAMIŞLO

Endamên Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo nirxandina geşedanên dawî civiyan.

Civîn li Akademiya Şehîd Yekta Herekol hate lidarxistin.

Hevseroka PYD‘ê Ayşe Hiso geşedanên dawî şîrove kir û bal kişand li ser asta ku opozisyona Sûriyê gihiştiye û ev tişt anî ziman, "Opozisyon lewaz bûye, ji ber ku ti projeyên wê yên siyasî û niştimanî ji bo çareserkirina aloziyê nîn e. Ev yek jî bû sedem ku gelek welat ji bo berjewendiyên xwe dest li Sûriyê wer bidin. Em dikarin bêjin ku bingeha sereke ya hişt ku şoreşa Sûriyê ji navaroka xwe derkeve û alozî kurtir bibe ev e."

Ayşe Hiso di nava gotinên xwe de, diyar kir ku Sûriyê bûye maydana şerê cîhanî, her hêzeke hewl dide berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bînin.

Hevseroka PYD‘ê bal kişand ku Sûriyê li pêşberî guhertinên mezin e û wiha pê de çû: "Rûsya, Tirkiyê û Îran bi riya civînên Astanayê hebûna xwe li Sûriyê feriz dikin, welatên rojavayî jî bi riya danûstandinên Cinêvê, tê texmînkirin ku vê carê Cinêv bi hêzê ya xwe feriz bike."

Ayşe Hiso, di nirxandinên xwe de, bal kişand ser destwerdana Tirkiyê ya di xaka Sûriyê de û got ku hikûmeta AKP‘ê bi destwerdana xwe ya li xaka Sûriyê xwe xist çiravekê, kaxezên xwe yên siyasî,aborî û doplomasî winda kir û wiha domand, "

"Nêzîkatiyên Tirkiyê yên têkildarî Sûriyeyê ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin. Tirkiyê bi destwerdana li Sûriyê û Iraqê hewl dide kirîza xwe ya hundirîn derbasî welatên din bike."

Hevseroka PYD‘ê Ayşe Hiso di dawiya axaftina xwe de got, "Herêmên Bakurê Sûriyeyê bi saya QSD‘ê yên herî bi ewle mane. Çiqasî pêşketinên siyasî rû bidin jî, ji bila çareseriya demokratîk ti çare nîne. Ji destpêka aloziya Sûriyê em projeya Rêveberiya Xweser îlan kir da ku gel bi îradeya xwe, xwe bi rêve bibe."

(şx)

ANHA