Parkên Eyn Îsa têne paqijkirin

Şaredariya Gel a Eyn Îsa bi armanca careke din daran lê biçîne, dest bi paqijkirina parkan kir. Di xebatên paqijiyê de 35 karker dixebitin.

Parkên Eyn Îsa têne paqijkirin
7 hezîran, 2018   12:54

GIRÊ SPÎ

Komîteya Xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa a katnona Girê Spî dest bi hemleya paqijkirina parkên navçeyê kir.  Di navçeyê de 4 park hene, lê dar niha di wan de nîne. Ji ber di dema çeteyên DAIŞ'ê de hemû park hatin xirakirin.

Komîte piştî parkan bi temamî paqij bikin, dê daran di wan de biçîn in. Di xebatên paqijkirinê de 35 karker dixebitin. Tê payîn ku di dawiya meha Remezanê de dara di parkan de werin çandinî.

Derbarê mijarê de karkera bi navê Ferîda Mihemed got ku ew parkan ji çopê paqij dikin da ku di dempên pêş de daran di wan de biçîn in.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê Xedra Ebûd derbarê mijarê da zanîn ku armanca wan ew e ku rengê kesik ku ji beriya çend salan li herêmê nemaye vegerîn in.

ANHA