Xwendekarên Efrînê li xwendina xwe vegeriyan

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a kantona Şehbayê piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê ku di encama de xwendekar ji xwendina xwe mehrûm man, dibistan ji xwendekarên asta seretayî re vekir.

Xwendekarên Efrînê li xwendina xwe vegeriyan
7 hezîran, 2018   12:44

FÎDAN ABDULLAH – ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

KPC-Demokrtîk bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê ji bo ewlehiya xwendekaran û piştî ku dagirkeran dibistan hedef digirtin neçar ma ku dibistanê bigre. 

Komîteyê li ser xwesteka xwendekaran îro li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê ji bo ku xwendekara werzê duyemîn a sala xwendina 2017-2018 dewam bikin dibistan li pêşiya xwendekaran vekir. 

Komîteyê dibistan li gundên Ziyaret, Xirbikê, Burc Qas, Başimra, Zenerîtî û Eqîba yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê vekir.

Her wiha li kantona Şehbayê li navçeya Ehres û gundewarên wê Til Qerah, Til Sosin, Um Hoş, Um Qura, Kefer Qaris, Herbil, Kefer Nasih, navçeya Kefer Naya û Til Rifet dibistan hatin vekirin.

Li navçeya Fafîn jî li gundê Ehdas, Babinis, Elûşî, Marata Muslîma, Wehşiya, Mezra Wehşiya, Xernata, Hesacik, Qeramil, Werdiya, Hasîn, Til Şaîr, Helîsa, Mezarî Helîsa, Taana, Coba, Şêx Kîf dibistan hatin vekirin.

Li gorî rêveberên KPC-Demokrtîk diyar kirin ku hejmara xwendekaran heta niha gihaye 15 hezar û 500 di nav de 5 hezar û 500 xwendekarên ji kantona Şehbayê ne.

Xwendekra wê li gorî biranşê zimanê Kurdî werin perwerde kirin.

Xwendekar li ser du danan hatin belavkirin û wê li gorî saetên ku hatine diyar kirin biçin dibistanê.

(bx)

ANHA