Koalîsyona navdewletî bi rêveberiya Minbicê re civiya

Şandeyek Koalîsyona Navdewletî li nava kolanên Minbicê geriyan û paşê serdana navenda Rêveberiya Sivîl a Minbicê kirin û mijara Itîfaqa di navbera Amarîka û Tirkiyê bi wan re nîqaş kirin.

Koalîsyona navdewletî bi rêveberiya Minbicê re civiya
7 hezîran, 2018   09:38

MINBIC

Şandeya Kaolîsyona Navdewletî ji General James Grad, Captain Will, Sefîrê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka li Erebistana Siûdiyê William Roubak pêk dihat. Hevserokê Komîtya Hindirîn a Minbicê Ebd Mustefa û Hevserokê Komîteya Têkiliyên Civakî Adil Ebdulselam jî bi şandeyê re li nava kolanên Minbicê geriyan.

Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku koalisyonê, bi armanca welatiyên herêmê li beramberî gefên derve yên bi xwesteka ku ewlekarî û aramiya herêmê binpê bikin, pêk hat.

Serdana şandeya Koalîsyonê di deme ku çavê hemû kesî li ser Minbicê bû û bi taybet piştî itîfaqa du alî  ya di navbera wezîrên karê derve yên Amarîka û Tirkiyê de roja duşemê li Washongton pêk hatiye. Hate gotin ku herdû aliyan derbarê Minbicê lihev kirine.

Piştî şande li kolanên Minbicê geriyan, berê xwe dan avahiya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbicê û bi rêveberiya wê û endamên komîteyan , her wiha bi meclîsên xetara re bi awayekî ji çapemeniyê re girtî civiyan.

Çavkaniyan ji hindirê civînê ji nûçegîhanê me re got ku armanca civînê ew e  ku Amarîka xalên iîtfaqa Amarîka û Tirkiyê ya derbarê Minbicê de ji wan re raber bike.

(dc)

ANHA