Qurbaniyên volkana Fuego derket 99 kesan

Rayedarên Giwatîmala ragihandin ku qurbaniyên ku di encama hêrsbûna volkana Fuego de jiyana xwe ji dest dane derket 99 kesan û 200 kesên din jî hêjî winda ne.

Qurbaniyên volkana Fuego derket 99 kesan
7 hezîran, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Giwatîmala beriya niha fermî ragihand ku di encama hêrsbûna volkana Fuego de 75 kesan jiyana xwe ji dest dane û 192 kes jî winda ne.

Di encama ku volkan carek din hêrs bibe de, çalakiyên derxistina cenazeyan dereng ma û vê yekê hişt ku welatî û tîmên parastinê haydar bin. Tevî ku ji ber barîna zêde ya baranê metirsiya lehiyên heriyên yên weke hilweşînên berfê heye.