Germahiya havînê azarên koçberan zêde dike

Germahiya havînê êşeke din li ser êşên koçberên Kampa rojhilat a Minbic zêde dike. Koçberan diyar kirin ku çadirên lê dimînin,wan ne ji sermê û ne ji germê diparêze.

Germahiya havînê azarên koçberan zêde dike
Germahiya havînê azarên koçberan zêde dike
Germahiya havînê azarên koçberan zêde dike
Germahiya havînê azarên koçberan zêde dike
7 hezîran, 2018   08:56

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Zehmetiyên koçberên kampa Minbic a rojhilat a li gundê Resim El-Exder bi hatina havînê re zêde dibin. Koçber dibêjin ku kon wan ji germaya havînê û sermaya zivistanê naparêze. Li gel van zehmetiyan jî rêxistinên peywendîdar û mafên mirovan çavên xwe li ber vê rewşê girtine, tenê alîkariya xwarinê ya ku têra malbata herî biçûk a kampê nake belav dikin.

Welatiyê koçber ê bi navê Ebdulbasit Mihemed ji bajaroka Meskenê ye, malbata wî ji 5 kesan pê tê wiha behsa zehmetiya dike:" Em ji ber germahiya zêde azaran dikşînin, ti amûrên sarkirinê li gel me tune ye . ji ber ku em bi rojî ne , em desmalan şil dikin û datînin ser serxên xwe".

Mihemed destnîşan kir ku, herî zêde zarok ji ber germahiyê bi nexweşiya leşmaniya dikevin.

Mihemed berpirsyara rewşa wan girt ser rêxistên mirovî û banga li wan kir ku erka xwe pêk bînin û dermanên zarokan bi taybet dermana Leşmaniya pêşkeş bikin.

Her wiha welatiya bi navê Xewla Mihemed ji bajarokê Meskenê ye, ev bû salike bi malbatê xwe re li kampê dimîne û rastî gelek zehmetiyan hatiye. 2 keçên cêwî û  kurê wê hene dibêje ku pêwîstiya zarokên wê bi şîr heye û banga şandina alîkariyan li rêxistinên mirovî kir.

Ruxmî ku Rêveberiya Minbicê bi derfetên kêm alîkariya koçberan dikin, lê ji ber êrîş û dorpêçê nikare daxwaza koçberan bi cih bînin.

Welatiya bi navê Fatma Hisên a ji bajaroka El-Mehdûmê ya dikeve başûrrojavayê Minbicê ûli kampê dimîne diyar kir ku ji ber bilindbûna pileya germê pêşû pir bûne û di encamê de nexweşî jî belav dibin.

Fatima destnîşan kir ku çavdêriya tenduristiyê li kampê tuneye ku rewşa nexweşan bişopînin.

(şx)

ANHA