′Bi rizgarkirina Reqayê em ji nû ve jidayîk bûn'

Şervanên ji bajarê Reqayê destnîşan kirin ku ew bi tevlîbûna hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê re ser bilindin. Şervanan destnîşan kirin ku destpêkirina hemleyê ji wan re mîna jinvûe jidayîkbûne ye.

′Bi rizgarkirina Reqayê em ji nû ve jidayîk bûn'
7 hezîran, 2018   09:06

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Di  6`ê Hezîranê de yekem salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ya ku ji aliyê şervanê QSD`ê ve hatiye destpêkirin, bû.

Ev hemle piştî 3 mehan ji Pêngava Xezeba Firatê ku şervanên QSD`ê gelek gundewarên Reqayê ji çeteyan rizgar kirin hate destpêkirin. Ev hemle yek ji mezintrîn şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê ku Reqaya çeteyên DAIŞ'ê wekî paytexta xwe pênase dikirin, pêk hat.

Di vê çarçoveyê de şervanên ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bûn li ser hemleyê û bandora wê li ser pskolojiya wan û şêniyan ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Şervanê bi navê Şêrgo Reqayê ku ji bajarê Reqayê ye destnîşan kir ku ew tevlî hemleya rizgarkirina bajarê xwe bû û diyar kir ku ew bi vê yekê ser bilinde û wiha pêde çû,"Ji bo me ev rojeke dîrokî bû. Weke cejnê bû. Ji ber ku di riya hemleyê re azadî û ewlehî li bajarê me vegeriyan û şêniyên bi aramî dijîn."

Şêrgo diyar kir ku şêniyên Reqayê jî tevlî hemleyê bûn û got ku rola şêniyên bajarê Reqayê di rizgarkirina wê de hebû û ev tişt bilêv kir,"Em soz didin ku emêheta dawiyê parastina ewlehî û aramiya bajarê xwe bikin û emê tekoşîna xwe dewam bikin."

Di dawiyê de Şêrgo Reqa got ku ew amade ye ku berê xwe bide hemû heêmên ku di bin dagirkeriya terorîstan de ye.

Her wiha şervanê bi navê Kara Reqa ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de birîndar bûbû got ku ew bi tevlîbûna xwe ji hemleyê re ser bilinde û ev tişt anî ziman,"Hemle ji me re weke ji nûve dayîk bûn bû. Hemleyê piştî ku di bin zilm û zora çeteyan de jiyan dikin ji wan re jiyaneke nû anî û em ji wê zilm û zorê rizgar kirin. Em bi vê rojê ser bilindin."

Kara Reqa diyar kir ku ew di hemleyê de birîndar bû lê brîna wî jê re nebû engel û wiha anî ziman,"Ez soz didim hemû rêhevalên xwe ên ku di rizgarkirina herêmê de şehîd bûn ku emê heta dawiyê şopdarên riya wan bin û emê herêmên ku bi saya tekoşîna wan hatin rizgarikin biparêzin."

(bx)

ANHA