Dibistanên şagirtên serkeftî li Reqayê pêşwaziya xwendekaran dike

Piştî sala perwerdeyê ya îsal bi dawî bû û encamên xwendekaran derektin, Komîteya Perwedeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê 3 dibistan ji bo xwendekarên herî serkeftî vekir. Ew dibistan êdî pêşwaziya xwendekarên Reqayê yên herî zîrek dikin.

Dibistanên şagirtên serkeftî li Reqayê pêşwaziya xwendekaran dike
7 hezîran, 2018   07:49

RUBA EL-ELÎ / REQA

Komîteya Perwerdê di 27'ê gulana 2018'an de dibistan ji bo xwendekarên herî sekeftî vekiribû. Dibistan pêşwaziya 250 xwendekarên sekeftî pêşwazî kir.

3 dibistanên ku bi armanê hatine vekirin ev in: Dibistana Rebîe El-Edewiya, Dibistana El-Farûq û Dibistana Cewad Enzûr.

Bernameya dibistanan li gorî demsala havînê wiha ye: heftê 3 rojan wane tên dayîn. Her waneyek 2 saet in.

Ji ber qutbûna xwendekaran ji xwendê, bi mebesta dabeşkirina xwendekaran li gorî salên wan ên xwendinê û bi armanca tevlîbûna pêşbirkan li ser asta dibistanên bajêr û gundên wê ev gav hat avêtin.

Di derbarê vê mijarê de Berdevkê komîteya dibistanan Riyad El-Mirî destnîşan kir ku, xwendekarên Reqayê 4 salan ji fêrbûnê bê par mane û ji bo xurtkirina asta perwerdê û pêşxistina asta xwendekaran,ev dibistanên hatin destpêkirin.

El-Mirî diyar kir ku ew dixwazin navendek ji xwendekarên serkeftî li taxên rojhilata bajarê Reqayê bi taybet li Taxa El-Meşleb ava bikin.

(şx)

ANHA