Gumrik rêxistinkirina karê kirîn û firotina derve dewam dike

Rêveberiya Gitşî ya Gumrikê ya Tebqayê rêxistinkirina tiranzît li herêmê di riya korîdora sereke ya dikeve başûrê bajêr didomîne. Rêxistinkirina tiranzîtê bi armanca pêkanîna tevgera bazirganiyê ya li herêmê ye.

Gumrik rêxistinkirina karê kirîn û firotina derve dewam dike
Gumrik rêxistinkirina karê kirîn û firotina derve dewam dike
Gumrik rêxistinkirina karê kirîn û firotina derve dewam dike
Gumrik rêxistinkirina karê kirîn û firotina derve dewam dike
7 hezîran, 2018   07:25

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Rêveberiya korîdora sereke kirîn û firotina derve ya madeyên xwarinê û madeyên din ên ku pêwîstiya şêniyan bi wan heye bi rêxistin dike. Rêveberî alîkariyê dide kirînê û xebatê wê hesan dike. Her wiha tevgera sûkan û kar firotina madeyên zêde dişopîne da ku tevgera kirîn û firotinê li zêde bibe.

Yek ji rêveberên Gumrika Tebqayê Marûf Osman destnîşan kir ku gelek made mîna dermanên nexweşiyên mirovan, dermanên çandiniyê, dermanên sewalan, dermanê mêş û mûriyan ji bo berhemên çandiniyê û alîkariyê mirovahî gumrika wan nagirin. Osman got ku madeyên din mîna zebze, mêw û madeyên xwarinê ji her tonekî re pereyên hindik digrin.

Her wiha hindeke made hene pêwîste ku di riya korîdorê re dernekevin dervî herêmê. Ev yek ji bo ku dema ew made li sûkê qut bibin bazirgan buhaya wan bilind nekin. We made jî semad û tov in.

Elemeniyom û nehas her wiha genim û pembo heger yek ji bazirganan xwest yek ji van madeyan derxwe dfervî bajar pêwîste ku fîza ji aliyên peywendîdar heger mûdîriyeta çandiniyê, mûdîriyeta bazirganiyê yên girêdayî komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa bigre.

Di vê demê de pirojeya avakirina komîteyeke hevbeş tê lêkolîn kirin. komîte ji endamên Mûdîriyeta Bazirganiyê, Mûdîriyeta Çandiniyê û komîteya Tendirûsiyê pêk tê. Ev piroje bi armanca başkirina mekanîzmeya karê korîdorê û şopandina madeyên ku ji bajar derdikevin û tên bajar dê were ava kirin.

Rojane di nava 24 saetan de dewriyên şopandinê ji aliyê rêveberiya giştî ya korîdorê û Hêzên Ewlehiya Hundrîndedikevin û ji bo ku qaçaxçî neyê kirin ew xet tê şopandin.

Heger tu made hatin girtin têne desteser kirin û heger ew made di nava medyên ku qedexekirî ne wê demê pere ji bazirganan tê xwestin.

(bx)

ANHA