Şervan Derwîş: Tirkiye biryarên civîna Incîrlîk binpê dike

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş tekez kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navdewletî de bû. Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker propagandaya tiştên ku li ser wan lihevkirin nehatiye kirin, dike û biriyarên civîna ku li Încîrlîk a Tirkiyê hate lidarxistin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevlî bûbû, bin pê dike.

Şervan Derwîş: Tirkiye biryarên civîna Incîrlîk binpê dike
7 hezîran, 2018   07:52

AZAD SEFO – KAMÎRAN XOCE / NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa me ANHA'yê re axivî. Şervan got ku Tiriyê vegerandina koçberan hincet digire û ewlehiyê li bajarê Minbicê pêk bîne û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê û her kes dizanin ku bajarê Minbicê yek ji bajarên bi ewle ye û rewşa wê baş e. Beriya ku dewleta Tirk behsa Minbicê bike pêwîst e behsa Cerablus, Bab û Efrîn bike. Ew herêmên ku ji aliyê çeteyên wê ve hatin dagirkirin û rojane dizî û talana welatiyan dikin. Her wiha di encama şer û pevçûn di navbera çeteyan de welatiyên sivîl dibin qurbanî û şerpeze dibin.

Şervan destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navnetewî û herêmî de pêk hatine û Tirkiye jî beşekî ji van lihevkirinan bû. Niha jî Tirkiye propagandeya mijarê berûvajî biryarên civîna ku li baregeha leşkerî ya Încîrlîk a li Tirkiyeyê dike.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh di daxuyaniyeke xwe de ya di derbarê vekişandina Yekîneyên Parastina Gel û şêwermendên wê ji bajarê Minbicê de got ku beriya hemleya rizgarkirina Minbicê ya beriya du salan dest pê bike, li baregeha Încîrlîk a Tirkiyeyê civînek pêk hat. Di wê civînê de nûnerên Emerîka, rayedarên Tirk û şandeya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serokatiya fermandarê meclîsê yê berê "şehîd Ednan Ebû Emced" beşdar bûn û şerê li Minbicê gotûbêj kirin û di vê derbarê de lihevkirin bi beşdariya Tirkan pêk hat.

Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê piştrast kir ku wan bi fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re li hev kirine da ku şêwermendên xwe ji bajarê Minbicê vekişîne piştî ku xebatên xwe bi dawî bikin û got ku ev helwesta Tirkiyeyê li hemberî YPG'ê û rêveberiya Minbicê "ne di cih de" ye û wiha got: "Deriyên me ji her kesî re vekirî ne, her kes dikare serdana Minbicê bike û rewşa wê ji nêz ve bişopîne."

Di derbarê ihtîmala êrîşeke Tirkiyeyê li dijî Minbicê Şervan Derwîş piştrast kirk u Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê bersiva êrîşê bide û got ku hêzên wan dê bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê li ber xwe bidin.

Şervan Derwîş got ku fermandariya hêzên wan di vê derbarê de dê bi Koalîsyona Navnetewî re bicive.

Derwîş wiha di axaftina xwe de got ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî parastina bajêr dikin û gelek xebatên wan ên hevbeş li ser xetên pêşîn hene, ji ber vê yekê senaryoya Efrînê ne pêkan e li Minbicê jî dubare bibe û dazanîn ku dê xebatên xwe bi Koalîsyona Navnetewî re berdewam bikin.

Evan gefên dubare yên Tirkiyeyê ya dagirkirina bajarê Minbicê bi hinceta ku YPG'ê têde bi cih bûye, nemaze ji ber li hemberî çavbirçîbûnên wê yên di axa Sûriyeyê de metirsiyek e. Enqere YPG'ê jî weke rêxistineke terorîst bi nav dike û rola YPG'ê di têkşikandina çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Minbicê û parastina sînorên Tirkiyeyê di van heft salên aloziya Sûriyeyê de paşguh dike.

Di civîneke dualî de ya di navbera herdu wezîrên karûbarên derve yên Emerîka û Tirkiyeyê de li Waşintonê, li gorî îdîayên Tirkiyeyê di gelek xalên girêdayî Minbicê de lihev kirine. Lê rêveberiyên sivîl û leşkerî yên Minbicê got ku agahdariya wan ji vê hevpeymanê tune ye û ev hevpeyman ne girêdayî wan e.

ANHA