Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike

Karîgeriya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tedbîrên pêwîst ji bo jinûve vekirina embarxaneyên El-Sehlebiyê wergirtin da ku pêşwaziya hilberîna genim a îsal bike.

Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike
Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike
Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike
Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike
Embarên El-Sehlebiyê amadekariya pêşwazîkirina hilberîna genim dike
7 hezîran, 2018   06:45

TEBQA

Embarên El-Sehlebiyê 30 km rojhilatê bajarê Tebqayê ye û 10 şandeyên wê yên embarkirinê hene û du şandeyên din jî ji bo lihevxistina hilberînê hatine veqetandin. Her şaneyeke embarkirinê 1200 ton hilberîn werdigire.

Di derbarê rêbazên wergirtina hilberînê de Endamê Rêveberiya Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê Mihemed El-Mehmûd diyar kir ku ew di destpêkê de hilberîna cotkar lêkolîn dikin û li gorî wê buhaya hilberîn tê dayîn. El-Mehmûd got ku ew rêjeya yekemîn a hilberînê bi 175 lîreyên Sûriyeyê ji bo kîloyeke genim werdigirin.

El-Mehmûd guman kir ku ew nêzî 50 hezar ton hilberîna genim îsal werbigirin. Ev rêje jî gelekî kêm e nemaze ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê herikîna ava çemê Firatê biriye û vê yekê bandoreke neyînî li hilberîna îsal kir. Her wiha kêmbûna baranê di zivistanê de û lehiyên baranê di demsala buharê de pirsgirêk mezintir kir.

ANHA