Wateya vê rojê di nêrîna gelê Reqayê de

6‘ê Hizêranê di nêrîna gelê Reqayê xwedî wateyeke girîng e, roja hezkirin, jiyaneke azad û serkeftina xêr li hemberî zulmê nîşan dide.

Wateya vê rojê di nêrîna gelê Reqayê de
Wateya vê rojê di nêrîna gelê Reqayê de
Wateya vê rojê di nêrîna gelê Reqayê de
Wateya vê rojê di nêrîna gelê Reqayê de
6 hezîran, 2018   17:54

EMÎNA EL-ELÎ – FIDA EL-ESAFA / REQA

Şêniyên Reqayê çend salan di bin zulam çeteyan de jiyan kirin.  kêlî bi kêlî, deqe bi deqe, roj bi roj li benda bûn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wan jî zulma çeteyan rizgar bikin. Li ser vê yekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk10‘ê Hizêrana par de Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan ragihandin û di 20‘ê Cotmeha heman salê de bajarê rizgar kirin. Taxa Meşleb ku beşê herî mezin di bajêr de ye yekem tax hat rizgarkirin.

Derbarê roja îlnakirina pêngava rizgarkirinê, şêniyên bajêr nêrînên xwe anîn ziman.

Qasim El-Hesen: El-Hemd ji xwedê re em ji çeteyên DAIŞ‘ê xelas bûn, dema pêngava rizgarkirinê di 6‘ê Hizêrana 2017‘an de hate ragihandin, me deqe bi deqe, sanî bi sanî dijmartin da ku ji zulma çeteyan xelas bibin. Niha em azad in. Bi saya hevgirtina Ereb, Kurd û Suryan û Asur û hemû beşên civakê bajarê me roj bi roj geş û aram dibe.

Ebdulcelîl El-Hemûd: 6‘ê Hizêranê roja kêfxweşiyê ye, ji ber ku di vê rojê de pêngava rizgarkirina bajar destpê kir. Kêfxweşiya me ya di wê demê de nedihat wesifandin, ji ber ku em ê ji kabûsa 4 salan xelas dibûn. Em spasiya QSD‘ê dikin ku bajarê me rizgar kir, bi saya wan rewş aram bûye, em bi xwe, xwe bi rêve dibin.

Ehmed El-Salih: Çeteyên DAIŞ‘ê azadiya me asteng kiribûn, di nava 4 salan de kiryarên herî zulmane li hemberî me meşandin. Me hemleya rizgarkirina hate ragihandin em gelek kêfxweş bûn, sebera çikiya bû em li benda roja rizgarkirinê bûn. QSD‘ê wateyek nû da jiyana me, êdî em bi aramî jiyan dikin.

(bb)

ANHA