Berhem kême û dê çawa deyînên kiribûn vegerîn in

Di dema ku mewsimê çandiniyê ya îsal ber bi dawî ve diçe cotkar gelek zehmetiyan jiyan dikin. Ji wan zehmetiyan cotkar dê çawa deynên ji bo pêkanîna çandiniyê de kiribûn, bidin.

Berhem kême û dê çawa deyînên kiribûn vegerîn in
Berhem kême û dê çawa deyînên kiribûn vegerîn in
Berhem kême û dê çawa deyînên kiribûn vegerîn in
6 hezîran, 2018   08:55

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Li rojhilatê Reqayê û bi teybat li herêma Keramê  welatî piştî herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin jiyana xwe ji nû ve rêxistin dikin. Welatiyên herêmî herî zêde li ser çandiniyê debara xwe ya jiyanî pêk tîn in.

Piştî 8 meh di ser çandiniya demsala zivstanê re derbas bû, cotkaran dest bi berhevkirina berhemên xwe kirin. Ji ber ku ava Firatê ya piraniya zeviyên herêmê av dide qut hate qutkirin û baran jî kêm bû, berhemên zeviyên welatiyan kêm bû. Di heman demê de lehiyên di meha gulanê de jî bû sedema ku miqdarek mezin ji zeviyên herêmê xira bibin.

Wekî her car pêwîstiya xebatên çandiniyê bi mesrek zêde heye, cotkar mesrefê dikin û dema berhemkirina zeviyan wê mesrefê û faydeya xwe radikin. Di wê demê de cotkar deyên k udi dema çandiniyê de wergirtine didin.

Lê ji ber ku berhemên wan ên çandiniyê kêm e rewşa cotkaran zehmet dibe û nikarin deyên xwe bidin. Cotkarên herêma Keramê dest bi firotina berhemên xwe dikin û deyên dema çandiniyê de kirin, didin. Lê dema berhem kê me cotkar zehmetiyan dikşîn in û nikarin deyên kirine bidin.

Li herêmê Bakurê Sûriyê buhayê kirîna genim diyar bû ye. Ji yek kilo genim re 175 lîreyên SÛriyê diyar bû ye. Cotkarên Reqayê li benda navenda kirîna genim a fermî namîn in, ji ber ku peryean piştî 15 rojan didin. Cotkar ji ber ku bazirgan pereyên wan yekser didin, berhemên xwe didin bazirganan. Lê bazirgan berhem bi pereyên kêmtir dikirin. Bi bhayê di navbera 110 û 125 lîreyên Sûriyê distîn in. Ev yek jî dibe sedema xisarek mezin li cotkaran bibe.

Cotkarê bi navê Ebd Terad El-Casim yê ji herêma Keramê derbarê mijarê de got ku ji ber xizaniyê wî pere deyn kirin û zeviyên xwe çandin û ji ber lehî û barana dema dawî berhemên wî gelek ziyan dît.

El-Casim, da zanîn ku bazirgan berhemên wan bi pereyên kêm dikirin û ew neçar e ku berhemên xwe bide bazirganan da ku deyên dema çandiniyê kiriye bide û destnîşan kir ku ew hêvî dike ku berhmê pembo û berhemên din ên havînê baş be û pirsigrêk bi wan re dernekev.

Endamê Buroya Çandiniyê ya Melcîsa El-Hidêdat Ibrehîm El-Çeqal destnîşan kir ku meclîsa Reqa ya sivîl serdana buroya şopandina sûkê kiriye da ku buhayê berheman diyar bike.

Ji ber berhemên kêm cotkar nikarin deynê xwe pêk bîn in.

ANHA