Daxwaza Parlamentoya Başûr li dijî dagirkeriya Tirk bicive

Eniya Têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk a Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê runiştinek taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Daxwaza Parlamentoya Başûr li dijî dagirkeriya Tirk bicive
4 hezîran, 2018   12:37

NAVNEDA NÛÇEYAN

Îro Eniya Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Tirk li ber buroya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û daxwaznameyek pêşkêşê parlamentoyê kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Endama Eniya Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Tirk Avan Cemal, xwend û di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em ji parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz dikin li ser dagirkeriya Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê runiştinek taybet lidar bixe. Her wiha helwest xwe û nerazîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji raya giştî re ragihîne. Biryara derxistina leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê bide.

Daxwaz ji hikûmetê dikin ku biryara parlamentoyê ya hejmar 37'an a  sala 2003’yê ku taybete li ser derxistina leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê, pêk bîne. Ji parlamentoya Iraqê daxwaz dikin cardin lihevkirina salên 1978 û 1984’ê ya di navbera hikûmeta Baas û dewleta Tirk a derbaskirina sînoran cardin berçavan re derbas bike."

Piştre parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn axivî û got: “Me weke parlamenter ev daxwaza hatiye pêşkêşkirin giring dibînin û emê kar li ser bikin. Emê hewl bidin parlamentoya Herêma Kurdistanê di demek herî zû de runiştinek taybet li ser vê mijarê lidar bixwe. Biryara pêwîst li ser bide. Ji ber em jî li hemberî dagirkeriya li ser xaka Herêma Kurdistanê nerazîne. Hebûna hemû leşkerên Tirk û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê ne yasayî dibînin.”