Di êrîşa li ser Serêkaniyê de welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker  şevê din malên sivîlan li navçeya Serêkaniyê  ya kantona Hesekê gulebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Di êrîşa li ser Serêkaniyê de welatiyek birîndar bû
4 hezîran, 2018   06:12

HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker şevê din malên welatiyên taxa Mehetê ya rojhilatê Serêkaniyê û gundê Can Temir yên nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê gulebaran kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Ebid EL Mecîd Tarazan  ya (60) salî  yê ji taxa Mehetê sivik birîndar bû. her wiha zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

ANHA