Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine

Ev sal ne tenê ji bo cotkaran zehmet bû. Ziyanên mezin gihan çandiniyê. Lêçûna xwedîkirina sewalan jî bilind bû. Ji ber vê yekê sewalvan neçar man ku nîvê sewalên xwe bifroşin da ku karibin lêçûna nîvê din peyda bikin.

Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine
Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine
Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine
Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine
Kêmbûna baranê û buhabûnê rewşa sewalvanan asteng kirine
4 hezîran, 2018   07:12

MIHEMED EL-EHMED – EHMED EL-KEMIYAN / GIRÊ SPÎ

Sewalvan û bi taybet ên koçber xwedîkirina sewalan di jiyana xwe de esas digrin. Lê ji ber kêmbûna baran û çêrê û bilindbûna lêçûna xwedîkirina sewalan sewalvan neçar man ku nîvê sewalên xwe bifroşin.

Tevî hemû zehmetiyên jiyanê heta niha sewalvan parastina sewalvaniya xwe dikin. Lêçûna xwedîkirina sewalan bilind bûye û bi taybet di vê salê de ji ber ji ku baran di destpêka zivistanê heta dawiya buharê her wiha barana ku bi dijwarî di buharê de bariya û lehîd di nava zeviyan de çêbû. Ji ber vê yekê êm buha bû. Her wiha sewalvan di xwedîkirina sewalan de zeviyên ceh û genim ê ku ji ber barîna baranê ziyan dîtine ew neçar dimînin ku bifroşin, kirê dikin da ku sewalên xwe lê biçêrînin.

Lêçûna rojane ya sewalan, bi qasî du caran ji buhaya şîr û şîremeniya ku difiroşin. Vê yekê hişt ku gelek sewalvan pezên xwe bifiroşin.

Buhaya hiktareke pirêze (bermahiyên zeviyên çandiniyê) 20 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, li gorî şivanan hiktarek jî têra rojeke çêrandina 50 seriyên pez nake. Qezenca ku rojane jê werdigirin 30 lître şîr derbas nake û dibe ku buhaya wê jî 6 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas neke.

Ji ber van lêçûnan sewalvan neçar man êm bikirin, ev diyardeya kirîna êm di vê demsalê de teştekî ecêb û cûda ye.

Sewalvanê bi navê Hisên El-Hemûd ku şivantiyê li navçeya Eyn Îsa dike diyar kir ku êm ku ji sewalên xwe re dikirin jî ne di rewşeke baş an buhayeke erzan de ye. Zêdebûna daxwaza li ser êm hişt ku buhaya wê bilind bibe. Niha buhya kîloyeke kayê 35 lîreyên Sûriyeyê ne û buhaya kîloyeke ceh jî bêtirî 150 lîreyan e.

Bêrîvana bi navê Selame El-Ehmed girêdayî heman mijarê wiha got: "Ji bo ku em debara xwe werbigirin, li şûna sewalvaniyê alternatîfeke me ya din tune ye. Ev cara yekemîn e ku di vê astê de lêçûna sewalan em didin."

Li hemberî van hemû astengiyan gelek kes dipirsin ku gelo sewalvan dê karibin sewalvaniya xwe berdewam bikin?

ANHA