Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin

Li ser vexwendina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên civakî û bendên zagona cezayan, civîneke hate lidarxistin.

Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
Li Kobanê zagonên cezayan hatin nîqaşkirin
3 hezîran, 2018   18:26

KOBANÊ

Civîn bi dirûşma "Mil bi mil ber bi avakirina civakeke dirust û saxlem ve, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê bihate lidarxistin.

Di civînê de, rûspî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevgerên siyasî û sivîl, her wiha kesayetên navdar ên kantona Kobanê hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê Ehmed Şêxo, Serokê Meclîsa Dada Civakî Ferîd Etî û endamên Komîteya Lihevanînê ve hate bi rêveberin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê cangoriyê azadiyê dest pê kir.

Serokê Meclîsa Dada Civakî Ferîd Etî reşnivîsa belgeya civakî ku ji bendên yasayên cezayên giştî û parastina ferd pêk tê û pêşniyarên ji aliyê Rêveberiya Xweser ên derbarên cezayên sûcên cînayat û dozên tolê ve hatin pêşkêşkirin xwend û şîrove kir.

Di belgeyê de pêşniyarên ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatin pêşkêşkirin ji bo rêgirtina li pêşiya kuştinê, hebûn. Ji wan pêşniyaran; malbata kujer ji herêma ku lê kuştin hatiye kiriye li gorî demekê ku dadgeh diyar dike were dûrxistin,, cezayên derbarê rakirina tolê werin zêdekirin, malbata kujer têkiliya xwe bi kujer re tuneye, kesên ji bo kuştinê kesekî sor dike, heman cezayê kujer digire, tawîza suca kuştinê ji 7 heta 10 mîlyon lîreyên Sûrî ye, kesên ku lihevkirinê asteng dike, tevliheviyê derdixîne û cezayê derxistina tevliheviyê ji 6 meh heta salekê ye.

Enwer Muslim axivî, û diyar kir ku civînên bi vê rengî delîlên avêtina gavên nû ye, ber bi çareserkirina pirsgirêkan.

Muslim got, "Armanca me ji bo van civînan çareserkirina pirsgirêkan e, em gav paş de navêjin, em ê bi xwe pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bikin û encamên baş bi dest bixînin."

Beşdaran jî nêrînên xwe li ser bendên cezayan û pêşniyarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk anîn ziman.

Hin beşdaran gotin dive tawîza cezayan ji 15 heta 20 mîlyon lîreyên Sûrî be, her wiha cezayê kesên lihevkirinan asteng dike zêde bibe.

Ji xalên ku li ser lihev kirine:

Malbata kesên sucdar elaqeya xwe bi sucdar re îne.

Malabata sucdar ji herêmê tê derxistin, li gorî dema ku dadgeh diyar dike.

Cezayê kujer ji 10 hera 20 salan e.

Tawîza ji 7 heta 10 mîlyon lîreyên Sûrî ye.

Di dawiya civîna, Rêveberiya Xweser beşdaran dawetî xwarina fitarê kirin.

(bb)

ANHA