Gel li Efrînê li hemberî dagirkeran derketin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku gelê Efrînê li hemberî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derketin û du xwepêşandan lidar xistin.

Gel li Efrînê li hemberî dagirkeran derketin
3 hezîran, 2018   15:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di nava 24 saetên derbasbûyî de, bi dehan welatiyên Efrînê li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, li du cihan xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandanek li qada Azadî ya bajarê Efrînê hate lidarxistin. Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana rojnamevanekî Efrînî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye revandin kirin û gotin herger dawaza wan bi cih nehatin wê roja yekşmê dîsa derkevin xwepêşandanan.

Xwepêşandanek din li taxa Mehmûdiyê ya beşê bakurê bajêr pêk hat. Çalakvanan daxwaz kirin ku sînorek ji binpêkirinên rojane yên çeteyan û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê were dayîn.

Çavdêriya Mafê Mirovan destnîşan kir ku, ku xwepêşandana li taxa Mehmûdiyê, piştî lêdan û heqareta li dijî xwediyekî cenatoran ku ji çeteyek ji koma "Firqet El-Hemza" ve hatî kirin, pêk hat.

(bb)

ANHA