Li Minbicê koperatîf ji bo hevjînên şehîdan hate avakirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê di civînekê de koperatîfa hevjînên şehîdan ava kir.

Li Minbicê koperatîf ji bo hevjînên şehîdan hate avakirin
Li Minbicê koperatîf ji bo hevjînên şehîdan hate avakirin
Li Minbicê koperatîf ji bo hevjînên şehîdan hate avakirin
3 hezîran, 2018   15:07

MINBIC

Bi tevlîbûna endamên Meclîsa Jin, Mala Jin a Minbicê û dehan hevjînên şehîdan, Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Minbicê ji bo avakirina koperatîfên taybet ji bo hevjînên şehîdan, li hola civînan a Meclîsa Zagonsaz civînek li dar xist. Avakirina koperatîfan di çarçoveya pêkanîna biryarên Konferansa Hevjînên Şehîdan ya ku li Qamişlo di 5‘ê Gulana derbasbûyî de hatibû li darxistin pêk tê.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Koperatîfa hejvînên Şehîdan Xezel Hesen destnîşankir ku armanca avakirina koperatîfan naskirina pirsgirên hevjînên şehîdan, rêxistinkirin û pêşnûmekirina projeyan ji bo wan e.

Xezel Hesen got, hemî koperatîfên ku li herêmên Firat, Cizîr, Reqa, Efrîn û Şehbay lêvegera wan Koperatîfa Eştar a li bajarê Qamişlo ye.

Piştî axaftina Zele Hesen rêziknameya koperatîfê hate xwend.

Li gorî biryarên Konferansa Malbatên Şehîdan, Koperatîf ji 19 rêveberan pêk tê, armanca kopertatîfê ew e ku, asta hevjînên şehîdan ya zanistî bilind bike, hevjînên şehîdan rêxistin bike, ji bo wan perwerdeyên vekir û girtî veke, dest bi pêngava fêrkirinê ji hemî jinan re bike.

Her wiha perwerdekirina zarokên şehîdan e, avakirina komîteyeke taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, vekirina baxçeyên zarokan. Her wiha Koperatîf bi hevkariya Kongereya Star û aliyên têkildar ve,vekirina cihên taybet ji bo zarokên astengdar li tevahiya bajêr, avakirina koperatîvên(dirutin, çandinî,xwedîkirina sawalan û hwd) armanc digire.

Hêjayî gotinê ye ku ev koperatîf li herêmên Bakurê Sûriyeyê, 5 hezar û 603 zarokên şehîdan, 2 hezar û 92 hevjînên şehîdan destek dike.

(şx)

ANHA