Bîlançoya komkujiya Şengalê hate eşkerekirin

Mudîriyeta Ewqaf a karûbarên kurdên êzîdî ya girêdayî Wezareta Ewqaf a hikûmeta Başûrê Kurdistanê serjimariyek derbarê kurdên êzîdî yên di komkujiya 3'ê tebaxa sala 2014'an bi destê çeteyên DAIŞ'ê hatine qetilkirin û heta roja îro, eşkere kir.

Bîlançoya komkujiya Şengalê hate eşkerekirin
3 hezîran, 2018   12:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Mudîriyetê di rapora xwe ya ku îro eşkere kir de got ku hejmara kurdên êzîdî li Îraqê li gorî hejmartinên fermî yên NY derdora 550 hezar kesî bû.

Hejmara li gorî mudîriyeta Karûbarên Kurdên Êzîdî ya girêdayî Ewqaf a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê qurbaniyên êzîdî yên bi destê çeteyên DAIŞ diyar kirin.

-Hejmara koçberên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê derdora 360 hezar kesî ye.

-Hejmara şehîdên rojên destpêkê ji êrîşan hezar û 293 şehîdan e.

-Hejmara sêwiyên ji ber êrîşê pêk hatin:

-Sêwiyên ji bav: hezar û 759 in

-Sêwiyên ji dayîkê: 407 kes in

-Sêwiyên ji dayêk û bav: 359 in

-Zarokên bavê wan di destê DAIŞ'ê de ne: 220

-Hejmara giştî ya sêwiyan: 2 hezar û 745 an e.

-Hejmara gorên komî yên li Şengalê heta niha hatine dîtin 68 in, her wiha bi dehan gorên kesan jî hene.

-Hejmara mezar û merqedên DAIŞ'ê hatine teqandin, 68 in

-Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne sed hezar kes in.

-Hejmara kesên hatine revandin 6 hezar 417 kes in, ji van 3 hezar û 548 ji in û 2 hezar û 869 zilam in.

-Hejmara kesên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin wihaye: 3 û 300 jin in, hezar û 150 mêr in, zarokên mê, 337 in û zarokên nêr 867 in.

-Hejmara yên di destê DAIŞ'ê de mane 3 hezar û 117 jin in û hezar û 665 mêr in.

(dc)