Li Îraqê banga boykota tiştên Tirkiyê

Çalakvan û xebatkarên ragîhandinê yên Îraqê kiriyarên Tirkiyê û Îranê ên derbarê Îraqê û qutkirina ava çemê Dicle şermezar kirin û bang destwerdana lezgîn beranberî qutkirina ava Diclê kirin. Di heman demê de banga boykotkirina tiştên li Tirkiyê hatine çêkirin,  kirin.

Li Îraqê banga boykota tiştên Tirkiyê
3 hezîran, 2018   09:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Someriya News, asta Çemê Diclê li Bexda û Mûslê pir kêm bûye û gihiştiye asteke kêm ku tu carî neketiyê. Hate gotin ku êdî mirov bi meşê dikarin ava çem derbas bikin. Ev yek piştî ku dewleta Tirk ragîhand ku wan dest bi dagtina Bendava Ilisu ku dewlet Tirk li ser kaniya Çemê Dicle saz kiriye, pêk hatiye. Vê yekê derhal bandor li ser xaka Îraqê kiriye û asta avê pir kêm bû ye.

Di heman demê de jî dewleta Îranê ava Çemê Zaba Biçûk ji ser parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê qut kiriye. Di encamê de aloziya pirojeya avê li Qeledizê pêk hatiye.

Ji ber vê yekê di nava civaka Îraqê de ne razîbûn pêk hatiye. Çalakvan û rojnamavanên Îraqê li ser malperên xwe yên civakî li dijî kiryarên dewleta Tirk û Îranê yên qutkirina avê li ser cîrana wan Îraqê ne razîbûn nîşan dan. Her wiha bang hate kirin ku di zûtirîn dem de destwerdan were kirin da ku rê li ber karîseta mirovî were girtin.

Hinan jî helwesta Hikûmeta Îraqê ya derbarê aloziyê rexen kirin û xwestin ku hikûmeta Îraqê li dijî avakirina bendan ku dewleta Tirk ev çend sal in pêk tîn e, nerazîbûna xwe nîşan bide û tedbîrên pêwîst pêk bîn e. Hin çalakvanan jî hemleya boykotkirina tiştên Tirkiyê û Îranê ragîhandin.

Tê payîn ku meclîsa giştî ya Îraqê îro derbarê mijarê civînek awerte lidar bixe û mijarê nîqaş bike.

(dc)